wp-1454746006326.jpg
Navenda PEN a Kurd jî rastî êrîşên dagirkeran hat

Dorpêça li hember herêma Sûra Amedê zêdetirî 40 rojan e tê berdewam kirin, Navenda PEN a Kurd ku, di Mala Dengbêjan de dimîne, ket ber êrîşên hêzên ewlekariya dewleta Tirk.

Roja Înê 05.02 navenda PENa Kurd li Amedê, ku weke saziya yekane ya ronakbîrî ya kurdan di nava saziyên navnetewî de tê naskirin, daxûyaniyek da raya giştî, weke di daxûyaniyê de tê zelalkirin, hêzên ewlekariya Tirk li herêma Sûra Amedê êrîş li hember ofîsa wan pêka aniye, hemû pêkhateyên di ofîsa de hatine xerakirin û têkdan.

Jiber rewşa aloz ya bajarê Diyarbakir (Amed)ê û dorpêça ser herêma Sûrê, navenda PENa kurd jî dibe yek ji qurbaniyên mezin yên li herêmê tên dan.

Serokê PENa Kurd birêz Şêxmus Sefer jibo Dengê Amerîka da xweyakirin ku, raste êrîş li hember navenda PEN a Kurd li Sûra Amedê pêkhatiye, her tiştên di ofîsê de hatine têkdan.

Birêz Sefer dibêje, navenda wan di avahiyê Mala Dengbêjan de dimîne, ew beşek bû ji Mala Dengbêjan, niha şopên gulleyan, yên şer û pevçûnan li her dera avahî tê dîtin, pir aliyên avahî hatine şewitandin.

Weke Serokê PEN a Kurd Şêxmus Sefer dibêje, wan bang li hemû şaxên PENên cihanî kirine da ku tedbîr bên stendin.

Dengê Emerika bi vê boneyê li gel Serokê PEN a Kurd Şêxmûs Sefer pêk anî.

Dirêjî ya hevpeyvînê bi deng di virade ye

Nivîskarên Kurd li hemî welatên cîhanê ji bo ku vê êrîş û zilma bê sînor ya dewleta tirk bighînin Nivîskarên cîhanê ketin nava tevgerê de.

Nûkirina Dawî : 06 Feb 2016 9:07

Xwendin: 681