Navgîna teslya ya model 3 bo xwedanê wan hate radestkirin

Di demeke wisan de ku li welatê xwedanê berhemdariya herî mezin ya navgînan Elmanya de, bi taybet di warê navgînan de alozî û sextekariyeka mezin di rojevê de ye, Karmendê Emerîkî yê jîr Elon Musk bi serkeftî navgînên bi bruskê kar dikin (yên bi elektrik) radestî xwedanê wan kirin.
Navgîna bi bruskê kar dike, bi buhayê xwe jî li gorî xelîtka kirîyaraye. Li Welatên Yekgirtî yên Emerîkayê, li Karxaneya Tasla ya li Bajarê Fremonta li herêma Kalîforniyayê bi şahî û kombûnekê 30 navgînên nû hatine radestkirin.
Li gorî gotinê hetanî neha 500 hezar qewêtî ji bo Model 3 hene. Xwedanê Kargehê Elon Musk ragihand ku hetanî neha piraniya qewêtiyan ji welatên yekgirtî yên Emerîkayê tên.
Di sala 2016 ê de piştî ji aliyê Tesla yê ve model 3 ya navgihînê hate ragihandin di nava du sê heftiyan de ji 370 hezarî bêhtir kesî ji bo kirînê serî lê dabû. Xwedanê kargehê ragihand ew ji bo qewêtiyên zêde ne ketine nava tu hewldanan de.
Hate diyarkirinê ku di meha tebaxê de dê 100 navgîn bêne çêkirin û piştî hingî jî hermeh nêzîkî 20 hezar navgînên dê bêne çêkirin.
Navgihîna bi 35 hezar dolarî tête firotin, bi armanca xwe bighîne firoşgehiya fireh bi lez dest bi hilberînê kiriye.
dê di demeke kin de êdî navgihîn karibe bi xwe birêve biçe. Musk got navgihînên ji 8 kamera û gelek sensorên bihîstinê pêk tên dê bo kirîyara bêne radestkirin
Êdî dê navgihîn bi xwe birêve biçin
Li gorî zanyariyên Musk dayî, li himber navgihînên bi neftê û şewatemeniyê kar dikin ev navgihînên sedî sed bi bruskê kar dikin di nava serkeftineke mezin dene. Musk diyar kir ku dê di demeke kin de êdî navgihîn karibe bi xwe birêve biçe. Musk got navgihînên ji 8 kamera û gelek sensorên bihîstinê pêk tên dê bo kirîyara bêne radestkirin. Hate ragihandin ji bo rêvingiya bi serê xwe dê bername paşê bête barkirin.
DPA