Navsazî di zimên de

Zimanê Kurdî weke zozanekî xwezayî û wargulan gelek rêsa û yasa û mijarên hemereng û taybetmendê tê de hene.
îro em behsa ew dikin ku di zimanê me de ji kevin û pêve, çawa hinek caran yan di hinek çavkaniyan de ji kar û çavkanî, nav sazdibin.
wek em dizanin di zimanê Kurdî de amraza (an) bo cemkirin û komkirinê ye,
Kurd - Kurdan
Gul - Gulan
Peyv - Peyvan
Zarok - Zarokan
û.... carancar di peyvîna devokî yan hinek deveran de peyv û dengê jî jê dibin, wekî tê gotin:
Kurd - Kurda
Gul - Gula
Zarok - Zaroka û....
lê amraza (an) ligel hendê jî ku amraza cemkirin û komkirinê ye, hinek caran ne her gav, amraza navsaziyê ye jî, anku reg û rehê çavkanî+an= peyvekî navî.
bo berçav ronî em hinek mînakan şî bikin,
*Barîn: reh (Bar)+(an)= Baran
*Hejîn: reh (Hej)+(an)= Hejan
*Gerîn: reh (Gor)+(an)= Geran
*Şahîkirin: reh (Şahî)+(i-yan)= Şahiyan
*Seyrkirin: reh (Seyr)+(an)= Seyran
*Gorîn, Guherîn, Guhertin: reh (Gor)+(an)= Goran
*Jîn: reh (Jî)+(i-yan)= Jiyan
*Sûrîn, Zivrîn: reh (Sûr)+(an)= Sûran
*Raştin: reh (Raj)+(an)= Rajan
û....
ji bo ku karek b'nav bikin û bê kirin, ji kevin û pêve amraza (an) di hinek caran de kaniye rola navsaziyê bibîne û kar bike nav.
giring e di kêleka hemû rêsa û yasayên zimanî, agahiyan li ser vê yekê jî hebin.