Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê

Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo hevdîtinan pêk bîne berî bi gavekê gihîşt Bexdayê.

Hat ragihandin ku ew şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ye ji Cîgirê Serowkezîr Îmad Ehmed, Wezîrê Pilandananê D. Elî Sindî, Berdevekê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û çend rêveberên li Wezareta Darayî pêk tê.

Tê hêvîkirin ku civîna Serowkezîrê Herêma Kurdistanê ya ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî 2ê piştî nîvro li Koşka Serokatiya Hikûmetê li Bexdayê bi rê ve biçe û civîn wê ji gotûbêjkirina rewşa ewlekariya Kerkûkê û kêşeya navçeyên ku nakokî li ser hene, pêk bê. Herwiha rêkeftina şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyeyê di rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê-Tirkiyeyê re jî wê bê nirxandin.

Di vê serdanê de dê behsa para Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê jî bê kirin ku li gor hinek lêkolînên bêalî li ser budceyê, para ku ji Herêma Kurdistanê re hatiye danîn tenê %10.5 ji budceya Iraqê ye ne %17 ye, lewra çend rêveberên Wezareta Darayî ku di nava şanda Herêma Kurdistanê de ne dê vê yekê ronî bikin û gotûbêjan li ser bikin.

Biryar e Nêçîrvan Barzanî di wê serdanê de ligel Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Eneriyê Hisên Şehristanî jî bicive. Herwiha Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdilkerîm Luaybî ragihand ku ew hêvîdar in ligel Herêma Kurdistanê bigihine rêkeftinekê derbarê kêşeyên petrolê de.

basnews