Neçîrvan Barzanî li Enqerê hevdîtin encam dan

Neçîrvan Barzanî li Enqerê hevdîtin encam dan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan îro li avahiya civata wezîrên Tirkiyê ya li Enqere hevdîtinek encam dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî di nava vê mehê de cara duwem çû Tirkiyê û di gel serokwezîrê Tirkiyê R. Tayyîp Erdogan civiya. Armanca vê serdanê gotûbêji kirina şandina petrola Herêma Kurditanê ya li ser xaka Tirkiyê ve, ber bi Rojava bû. Çavlirêye ku girêbestek bê îmzakirin.

Şeva borî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kiribû ku berî sersala 2014 an dê Herêma Kurdsitanê dest bi şandina nefta xwe  bike.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz doh derbarê serdana Serokwezîr Barzanî de gotibû ku: ’’Dibe di serdana Barzanî de rêkeftin bên îmzekirin. Armanca serekî ya rêkeftinan jî ew e ku hem pêwistiyên İraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê pêk bînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîjî  ragehand ku meha dahatû hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyê dest pê dike.