wp-1453584323638.jpg
Nerazîbûna Akademîsyenan beretekekî hêja ye – Mihemed Guler

Mirovahiyê bi daneheva sed hezaran salan dahênan û vedîtinên kû ji bo xwe sûdmend afirandine. Ev vedîtin û dahênan xistiye xizmeta civak û mirovahiyê de, ji bo berjewendiyên hevpar ên civak û mirovahiyê bikar anîne. Bi hezaran salan mirovahiyê bi ruhekî kolektîf bi hev re afirandine û bi hev re bikar anîne. Di van serdeman de qehremanên bênav pir derdikevin pêş. Yanî dahênerê vedîtinan civak bi xwe ye. Ji ber kû vedîtin ji bo civakê û mirovahiyê ye, ne ji bo berjewendiyên madî avakirin û xistina xizmeta yekdestdar û dewletê hatine vedîtin. Ango civak bi koma ferdên bi feraseta kolektîf xebitînê bilind dibû. Di civaka bi vî awayî de kes bê kar û bê kêr nedima. Vê civakê bi sed salan karî bê pirsgirêk berdewam bike. Bi derketina sîstema şaristaniya dewletdar û navendî re serdestan dest danî ser hemû nirx û vedîtinên civaka neolîtîk. Vê civakê hemû nirx, vedîtin û pîroziyên civaka neolîtîk kir qadên mêtingeh û talanê û xistin bin berjewendiyên xwe de. Yek ji van qadan jî qada zanistê û vedîtinên wê bû.

Zanista kû berê di xizmeta civak û mirovahiyê de pêş diket, di destê sîstema navendî de veguherî amûra zorê, tehekum meşandinê û text-emrê xwe dirêjkirinê. Piştî vê yekê jî bazirganên zanistê derdikevin ser dika dîrokê. Zanyar, fîlozof, dahênerên kû vedîtin dikirin ketibûn rikbaziya ka wê çawa fikra xwe bi serdestan bide qezenckirin, ka wê çiqasî bikare bêxe xizmeta dewletê û ka wê ev vedîtina wî çi qasê derfetên madî veke de. Her vedîtina dihat dîtin bi awayê çewsandin, zext û sitemkariyê li gel dizivirî. Qehremanên bênav yên di serdema neolîtîkê de, di serdema şaristaniya navendî de bûne kesên kû sîstemê li ser lingan digirin. Sîstemê êdî zanyar û fîlozof girtin bin hîmayeya xwe de û li gorî vê perwerde kirin. Li gorî sîstemê kesê tenê li kar û berjewendiya sîstemê û xwe binêre û ti pirsên çima-çawa-çi û hwd pirs nekin zanyar û fîlozofên îdealin. Ango mirovê kû hebûnekî civakî ye, dixwazin bi rêya derfetên madî ji nav civakê bikişînin û bixin ezmûngehê de, tenê ji wan re vedîtinan bikin. Mirov dema ji civakê qut bibe, êdî ji mirovahiyê jî qut dibe. Hebûna mirovan di civakîbûna wan de ye.

Di serdema kû em têde ne de zext û zora dewleta Tirk ya dagirker hemû nirx û pîvanên, wijdanî, exlaqî, qanûnî, mirovî û olî binpê kirine û her tiştê ji bo rêbaza çewsandin û zext pêk tîne û dixwaze biperçiqîne. Şîdet û zordariya li Kurdistanê tê pêkanîn êdî ji asta sebr û tehemulê derbaz kiriye. Zanyar, akademîsyenên kû li çar aliyên Tirkiye’yê û cîhanê li hemberî vê şîdeta dewletê nerazîbûn nîşandane jî ew qasî birûmet û hêja ye. Ji ber kû sîstemê qada zanistê xistiye bin kontrola xwe de û ji bo berjewendiyên xwe û tehekum li ser gel meşandinê bikar tîne. Zanyar û akademîsyenên kû li hemberî bûyerên civakî sê meymûnan dilîzin, li gel dewletê cih digirin û hewl didin ji bo pêkanînên sîstemê qilif û hêcetan peyda bikin; li hemberî efendiyên xwe derketina wan ji nerazîbûnekî zêdetir tê wateya şoreşekî zêhnî û civakî. Êdî ew zanyar û akademîsyenên kû ji serdestan re îteat dikirin, hevsarên xwe qetandin û nerazîbûna xwe li hemberî sîstemê dan diyarkirin. Bê guman rast temaşekirin û nirxandina vê jî xwedî girîngiyekî mezine. Akademîsyen û rewşenbîrên li Tirkiye û cîhanê îmze avêtine bin danezana kû em nabin hevkarê şerê qirêj yê kû Tirk-AKP li Kurdistanê li ser Kurdan didin meşandin, di nava dewlet û sîstemê de bandora erdhejekî mezin dayîne çêkirin. Bê guman tirsa Erdogan ya li hemberî van akademîsyen û rewşenbîran û li hemberî wan gefxwarina wî ewe kû derketina wan şoreşî bû û ne tenê li hemberî selteneta Erdogan û çewsîneriya dewletê ye, li hemberî sîstemê ye. Ji ber vê yekê êrîşekî topyekun li hemberî wan tê pêkanîn. Weke em dizanin akademîsyen, rewşenbîr û zanayên kû îmze avêtin danezanê piştî wê rastî êrîş û heqaretên dewletê û pêxwasên wê hatin. Erdogan rasterast ev akademîsyen û rewşenbîr hedef nîşan da û piştre jî li hemberî wan pêla binçavkirin, ji kar dûrxistin û lêpirsînan hat destpêkirin. Hemû ji bo bêdengkirin û paşvegavavêtina wan hat kirin. Heyanî di dawiyê de kesên kû ji xwe re dibêjin akademîsyen û rewşenbîrên kû piştgiriya Erdogan û dewletê dikin derxistin pêş û xwestin dîmenê akademîsyen û rewşenbîrên rast evin, ewên kû li gel me, li gel dewleta xwe cih digirine. Yên din ango yên kû gotine em pêkanînên dewletê yên li hemberî Kurdan qebûl nakin jî weke terorîst, alîgirê terorîstan, dijminê welatê xwe, kesên dixwazin aramiya welat xirabikin hatin lansekirin. Bi vî awayî hewl dan kû wan pasifîze bikin. Lê sekna bi rûmet ya akademîsyenên kû li hemberî zilm û şîdeta Tirkan derketî û li hemberî êrîşan cihê xwe li gel Kurdan girtî her kû çû mezintir û berbelavtir bû. Li her çar aliyên cîhanê piştgiriya bi van akademîsyenan re zêde bû û pêşket. Êdî Tirkiye û Erdogan ketine tirsa kursiyê xwe, êdî aliyê li hemberî Erdogan têdikoşin her kû diçe firehtir û bihêztir dibe, bi vê re jî aliyên Erdogan jî her kû diçe kêmtir û lewaztir dibe. Pêwîste her kesê kû dibêje ez van neheqî û binpêkirinên AKP’ê qebûl nakim pêwîste xwedî li doza mafdar ya Kurdan û sekna akademîsyenan derbikeve. Kesê kû xwedî li sekna van derkeve nabe Kurd ji beriya her tiştî dibe mirov. Di heman demê de kesê kû li hemberî vê jî derkeve tê wateya kû ti eleqeya vî kesî bi mirovbûn û mirovahiyê negirtî ye.

Nûkirina Dawî : 23 Jan 2016 22:27

Beş: NÛÇE

Xwendin: 316


Derbarê nivîskarde

Mihemed Guler weke Kurdekî welatparêz di nava xwezayekî mîna bihûştê de, di 18’ê Çile’ya 1988’an de li gundê Hirareş ê girêdayî bajarê Şirnexê yê Botan’ê hatiye dinê. Gund li qûntara Çiyayê Gabarê li tenişta Ava Mezin cih digire. Mihemed Guler li ber kaniyên bi ava sar û li bin darên fêkiyên cihêreng de çavê xwe li jiyanê vekiriye. Malbatê hîna di destpêka ketina tevgerê ya Botanê de tevger nas kiribû. Ji ber rewşa welatparêziya malbatê ji aliyê dijmin ve gelek endamên malbatê hatine qetilkirin. Di dawiya sala 1993’an de gundê Hirareş ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve weke gelek gundên herêmê tê valakirin û şewitandin. Neçarî malbat koçberî navçeya Ceyhan a Edene’yê dibe. Di dawiya sala 1999’an de malbat bi temamî koçberê Wargeha Mexmûr a Başûrê Kurdistanê dibe. Niha Mihemed Guler li Mexmûr jiyana xwe didomîne. Li Mexmûr’ê xwendina xwe temam kir û li Zanîngeha Hewler’ê beşê Kompîterê qedandiye. Di nava perwerdeya giştî de mamostehiyê dike û ji rojname û malperên Kurdistanî re nivîs û gotaran dinivîse.