dm_boykot
Nijadperestên Tirk li Elmanya jî ranawestin

Dikana almanî DM di 17. Cotmehê de 1o. salvegera xwe li Troisdorf pîroz dike. Di wê merasîmê de DM dixwazê ligel Dr. Rupert Neudeck, damezrênerê Greenhelmets, jibo penaberê Kurdistan pereyan bidê hev. Di hevpeymanîyê de DM diyar dike ku Dr. Neudeck ewê ser kaseyekê danişê û pereyên ku bikevin kasa wî de ewê bexşî sazîya kurdî „civaka kurd Rhein Sieg / Bohn“ bikin.

Civaka Kurd jî biryar daye ku wan pereyên bexşî jibo penaberên li Kurdistan bikar bîne. Nijadperestên tirk ser Facebook behsa vê biryara DM dikin û DM bi piştgirîya Terrorê tawanbar dikin. Piştî ku ev biryara DM li ser Internet belav bû, nijadperestên tirk dest banga boykota vê dikanê kirin. Bi taybet ji gelê xwe yê tirk re bang dikin ku dikanên DMê boykot bikin.

Bi heman demê kurdên li almanya jî dest pê kirin ku Kurd piştevanîya DM bikin, da ku ev gava DM bi serkeftî derbas bibe. Sedema DMê ku alîkarîya Civaka Kurd Rhein Sieg Bonn dike ji karê wê yê serkeftî, ye jibo penaberan tê. Civaka Kurd Rhein Sieg Bonn di vê salê de bi kêmasî 2 tir xwarin û cil û berg birine ser çiyayê şingalê. Ev jî bi piştevanîya Green helmets hatîye belav kirin. Vê boykota nijadperestên tirk li ser rojnameyên almanî de jî cih digirê û bi giştî capemenî matmayî ma ye û piştgirîya DMê dikin.

 

Elmanya/Eyub Demir

Nûkirina Dawî : 12 Oct 2015 12:03

Beş: Manşet, NÛÇE

Xwendin: 148


Leave a Reply