wpid-wp-1448052261399.jpg
Nisêbîn; 120 hezar kes şerpezeye

Nisêbîn bi zilma dewleta Tirk ya ku nûnerên Kurdan bi awayekî fermî di meclîsa wê de cih digrin beramberî heve.

120 hezar mirov bê elektrik, bê av, bê xwarin di malên xwe de zindanî ye.

Li ser banan kujerên artêşa tirk bo kuştina mirovên derkevin ser banan an jî kolana, an jî eywana radiwestin.

Li gorî nûçeyên ji navçeyê tên bi berdewamiya vê rewşê ve nişteciyên navçeyê bi şerpezebûneke mezin ve beramberî hev dimînin.

Hejmara kuştiyan gihişte 7 kesan.
Eve 8 rojin ku artêşa tirk nisêbîn dorpêç kiriye û mirovan dikuje.

Di nava van 8 rojan de 7 kes hatine şehîdkirin.
Herî dawî dihunê Musur Aslan ciwanê 19 salî ji aliyê dagirkeran ve hate şehîdkirin.

Li gorî salên bihurî Kurd fêrî zilmê dibin

Li gorî salên bihurî her diçe raya Kurdan û hêzên Kurdan fêrî zilma dewletê dibin û kuştinên dewleta tirk rewşekî asayî dibînin.

Bi taybet piştî kuştinên Cizîrê û dorpêça dewleta tirk li cizîrê êdî zilm û kuştinên tirkan ji aliyê Kurdan ve hêdî hêdî wekî rewşeke “asayî” tê ditin.

Siyasetvanên Kurd di parlemena Tirkiyê karên xwe yên siyasî didomînin.
Tirk bi hêzên xwe yên tund û faşîts ve zilma xwe didomîne.

image

image

image
Musur Aslan

Nûkirina Dawî : 20 Nov 2015 21:45

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 185