wpid-wp-1449588045246.jpg
Nisêbîn tê tunekirin…

Di vê meha dawî de nêzîkî 15 kesan hatine kuştin. Bi hezaran kes ji Nisêbînê reviyane, mal, war û şûna xwe berdane.

Nisêbîn her diçe xirab dibe, vala dibe û wêran dibe.

Piştî biryara beriya çend rojan ya dewleta tirk ya qedexeya derketina kolanan 5 kes hatine kuştin. Herî dawî zarokê Kurd bi navê Hakan Dogan hate kuştin.

Ne şerxwazî ne jî aştîxwazî bo birîn û kulên Nisêbînê nebû derman.
Warekî Kurdewarî yê dîtir bi zilm û wêranbûnê ve hatiye beramberî hev.

Nûkirina Dawî : 08 Dec 2015 16:21

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 152