Nivîskarê Kurd Mihemed Ronahî hate girtin

Nivîskar, Mamosteyê Felsefê û weşangerê Kurd Mihemed Ronahî, ji aliyê dewleta dagirker ve hate girtin.
Nivîskarê Kurd dihunê bi boneya karên di sala 2013 ê de di nava DTK de kirî hate girtin.
Mihemed Ronahî bi gelek karên xwe yê weşangerîyê, Pirtûkên xwe, karên xwe yên wêjevaniyê xizmetkarek ji yê zimam, çand û wêjeya Kurdî ye.
Dewleta terorîst û dagirker ne tenê siyasetvan, lê di heman demê de karmend û xizmetkarê wêje û çanda Kurdî jî bo zilma xwe dike armanc û wana dixe zindanê.
Nivîskarê Kurd Zeynel Abidîn Han di derbarê girtina mamosteyê Kurd Mihemed Ronahî de, di rûpelê xwe yê facebookê de weha nivîsî;
Nivîskar, mamostê felsefê û weşangerê Kurd yê hêja Mihemed Ronahî, ku wî hem bi xebatên xwe û hem jî bi weşaneke zengîn ya Weşanxaneya Ronahî xizmetkarekî dilsoz yê ziman û ramana Kurdî ye. Bi salan e di nav rewşên gelek xirab û bêderfetiyên mezin de kar û xizmetên bo miletê xwe berdewam dike. Jiber van sedeman dagirkerên tirk bi hincetên sexte, derew û chêkirî berî ew bi bêkanûniyeke sosret binchavkirin û pashê jî avêtin hepsê. Bi hemî rik û nifreta xwe ve protesto dikim û ji aliyê din jî bêdengiya medya Kurd û bêreaksiyona di derbarî vî kesê dilsoz û jî dîsa protesto dikim. Heyîf ji me re ku em kedkarên ziman û wêjeya xwe bêxwedî û bêdest dihêlin...
Zeynel Abidîn
----
Fergîn Melîk Aykoç weha got;
Belê belê dora girtinê hatiye nivîskar û weşangeran
Li Amedê nivîskar û weşanger Mehmet ronahî jî hat girtin
Li gor gotinan bi boneya di komisyona çand û ziman ya KCD de xebitiye hatiye girtin.
Lê Na!
Sûç: Ziman, weşangeriya ziman
Zimanê kurdî wan ditirsîne
Çanda kurdî wan ditirsîne
Weşanên kurdî wan ditirsîne.
Ziman têk biçe
her tişt têk diçe.
--
Helîm Yûsiv weha got
Azadî ji bo nivîskar û weşangerên Kurd:
- Mihemed Ronahî
- Hasîp Yanliç
- Yusuf Karataş
- Mewlûd Aykoç
Hûnê bejinbilind bimînin.
Ewê tev li girtîgeh û artêş û qeydûbendên xwe ji vî welatî biqeşitin, herin
Dûr be, nêzîk be, wê ew roj bê.