NSA çûnûhatina pereyan di warê navnetewî de kontrol dike

NSA çûnûhatina pereyan di warê navnetewî de kontrol dike

Rêxistina ragihandin û istixbaratê ya Emerîkî NSA bi rêka çavdêriya li ser qertên qredî, çavdêriya xwe li ser Benqên cîhanê jî dike.

Karmendê berê yê NSA Edward Snowden bi berdewamî nihêniyên NSA aşkire dike. Li gorî zanyariyên ku kovara rojevê ya Elmanî der Spiegel ji Snowden wergirtî. Derket holê ku NSA bi rêka qertên qredî wekî Visa kontrola xwe li ser çûnûhatina peran ya navnetewî jî kontrol dike. Tevger û koma ku NSA navê –Peran bişopîne- lê kirî eve demeke dirêje berpirsiyariya van karan dike û birêve dibe. NSA ji bo jêrberhevdanka(Databasa) xwe ya fînanz û dirafan re –Tracfin- dibêje. Di sala 2011 ê he de xwe gihandine 180 milyon berhevdankan. Eve jî tê wê wateyê ku ji sedî 84 jêrberhevdankên cîhanê di dest wan dene.

Di konferanseka çavdêrên NSA ya sala 2010 an de karmendên NSA li ser wê yekê rawestiyane ku armanca wan piranî benqe û jêrberhevdankên benqe û qertên qredî yên Efrîqa, Ewrûpa û Asya ne. Di vê konferansê de jî li ser wê yekê rawestiyane ku hemî birêkveçûnên qertan bişopînin berhev bikin, companyeyên qertan hildin bin çavdêriyê tomar bikin û wan vekolin.

Berhevên ku bi dest dixin tejîne ji zanyariyên kesane

Tracfin a berhevdankên NSA Bruksel bo xwe wekî navend hilbijartine û bi milyonan berhev li vira bicîkirine. NSA armancên xwe dixwaze di vê navenda xwe de pêk bîne û kontrol bike. Li gorî zanyariyên ku SPIEGEL bi dest xistî, bi milyonan ji van zanyariyên ku ketî dest de bi zanyariyên kesane ve tijî ne. Tê diyarkirin ku NSA bi xwe jî aşkire dike ku ev zanyariyana piraniya wan bi armanca wan ve li hev nayên ku zanyariyên bêkêrin.

 

 

Rewanbej.net