Ocalan: Divê rewşa min stratejîk be

Ocalan: Divê rewşa min stratejîk be

Hevserokê DDP’ê Seleheddîn Demirtaş û parlamenter Perwîn Buldan îro çûne Îmraliyê û digel rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê şandeyê diyar kir ku Ocalan daxwaza guhertina rewşa xwe kiriye.

Hevserokê DDP’ê Seleheddîn Demirtaş û parlamenter Perwîn Buldan nehemîn hevdîtina xwe ya digel rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anîn. Piştî hevdîtinê şandeya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) daxuyaniyek da çapemeniyê û destnîşan kir ku Ocalan dibêje  dewlet heta niha wesfê wî weke navgînî dibîne, lê ji bo alîkariyê bide çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Sûriyê, divê rewşa wî weke rewşeke stratejîk bê dîitin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya BDP’ê, 9. hevdîtina navbera Ocalan û şandeyê, 4 demjimêran dewam kiriye û Ocalan ev peyan gotiye ku hevdîtin û civînên wî yên li gel dewletê berdewam dikin. Ocalan diyar kiriye ku heta vê qonaxê, bi awayekî navgînî li rewşa wî dinêrîn. Lê ji niha û pê ve divê rewşa wî veguhere rewşeke stratejîk.

Şandeyê daxuyand ku Ocalan gotiye ji bo alîkariyê bidim çareseriya pirsgirêkên navxweyî yên li Tirkiyê, di serî de pirsgirêka Sûriyê feydê bidim çareseriya pirsgirêkên herêmê, pêwîste rewşa min veguhere rewşeke stratejîk.

Eger bi pakêtên demokratîkbûyînê yên bi rêbaza tevlêkariyê werin amadekirin, hikûmet gavên pratîkî biavêje, wê ji bo rêveçûna pêvajoyê girîng be.

Daxuyaniya Rêveberê PKK ku ji aliyê şandeya BDP ve hatî ragihandin.

Hevdîtinên me bi şandeyên komarê re berdewamin. Ji aliyê me ve pêvajo bi tevayî aliyên xwe ve berdewam dike. Hetanî vê astê min wate dida ku rewşa min dinirxê amurî de hildigrine dest, lê ji neha û pêve êdî rewşa min ji rewşekî amurî derketiye û dive ji bo rewşekî stratejîk bête guhestin.
Ji bo ku ne tenê ji bo arîşeyên navxweyî yên tirkî, di serîde Sûrî û arîşeyên tevayî herêmê ez karibim arîkarî bidim divê rewşa min bi awayekî stratejîk bête destgirtin.
Hikumet jî divê di warê demokratîkbûnê de bi şêwazekî piralî pakêtên demokratîkbûnê amade bike û gavan bavêje, ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem birêve biçe bawerim ku vana pêwistin.
Ji bo silavên ku gihiştine min ji bo herkesî bi taybet tevayî hevalên girtî hezkirin û silavên xwe dişînim.
Ji bo raya giştî rêza xwe rave dikim.

 

rewanbej.net