Ocalan: Heger wesa be ez dê xwe vekêşim

Ocalan: Heger wesa be ez dê xwe vekêşim

Piştî demek dirêj xal û xuşka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gel wî hevdîtin pêkanîn û piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan. Xalê Ocalan Suleyman Arslan diyar kir ku hevdîtin tenê nîv demjimêrê ajotiye û got, “Ocalan bo min got, eger pêvajoya aştiyê wesa berdewam bike, ez dê destê xwe jê vekêşim.”

Xal û Xuşka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Suleyman Arslan, îro çûne girava Îmraliyê û di gel Ocalan de hevdîtinek encam dan. Piştî hevdîtinê xalê Ocalan Suleyman Arslan daxuyaniyek da û got, “Ez ji rêyek dûr hatim, tenê nîv demjimêr me hev dît. Piştî 40 salan cara yekemîne ez wî dibînim, pêvajoya aştiyê weha nabe.”

Arslan der barê nêrînên Ocalan yên li ser pêvajoya aşitiyê jî got, “Ocalan got, eger pêvajoya aştiyê bi vê awayî be, ez dê destê xwe vekişînim.

Xuşka Ocalan Fatma Ocalan jî diyar kir ku ew sê salin neçûye serdana Îmraliyê û da zanîn ku Ocalan dixwaze cihê wî bihête guhertin. Fatma Ocalan balkêşa ser rewşa giran ya Îmraliyê û got ’me nekarî em  nîv demijimêrî li wê derê bisekinin ma ew çawa bikarin?’

Hêjayê gotinêye ku beriya niha berpirsê PKK’ê Sabrî Ok jî bi daxuyaniyekê gotibû ku Tirkiye gavên pêwîst navêje û ji bo vê yekê jî heta 15’ê Cotmehê dem diyar kiribû. Li beramber vê daxuyaniyê hikumeta AKP’ê kardanewe  nîşan dabû.

Rewanbej.net