Ocalan: Ez ê di 15’ê cotmehê de nêrînên xwe eşkere bikim

duh danê êvarê Mihemed Ocalan birayê serokê PKK`ê Abdulah Ocalan piştî vegera xwe ji serdana Îmraliyê behsa hevdîtina xwe li gel Ocalan kir û ragihand ku Abdulah Ocalan wê 15`ê cotmehê daxuyaniyekê li ser pakêta demokrasiyê ya Erdogan belav bike.
Rojnameya Radîkalê a Tirkî belav kiriye ku Mihemed Ocalan bi daxuyamiyekê bo rojnamevanan ragihand ku, şanda BDP û parlemanteran em şandin bo hevdîtina bo Îmraliyê.
Mehmed Ocalan behsa nêrîn û dîtina Abdulah Ocalan derbarê pakêta demokrasiyê kir û ragihand ku nêrîna Ocalan li ser pakêtê ewe ku hîç pêwendiyekî xwe bi Kurd ve tune ye.
Serokê PKK Abdulah Ocalan dibêje: “Tu pêwendiya pakêtê bi me ve tune ye belku pakêteke serbixwe û tenê ji aliyê hikûmet û dewletê ve hatiye amade kirin û di vê qonaxê de tiştek tune ye ku ez pê rabim.”
Serokê PKK`ê Ocalan gotiye: “Ezê bîr û nêrînên xwe di 15`yî vê mehê bînim ziman.”
Duh duşeme danê sibê piştî wergirtina rizamendiya wezareta dadê ya Tirkiyê her yek li Mihemed Ocalan birayê Abdulah Ocalan û 4 xizmên girtiyên li zîndana Îmraliyê bi mebesta serdankirina girtiyên xwe serdana Îmraliyê kirin.
Jêder: Radîkal