wp-1452290305666.jpg
Olana sosreta sersalê ya Koln ê didome

Olana destdirêjiyên şeva sersalê yên li ser 80 keçikî li hola Dêra Domê ya Kolna Elmanya hîna didome.
Piştî serzîvrêneriya raya giştî ya Elmanya li himber bûyerê Polîsê Kolnê daxuyaniyek da.
Serkanê Polîsên Kolnê Wolfgang Albers got ” Her çend me hewl da em jinan ji erişkerên biparêzin jî ya rastî li hêviya bûyereke wisan bûn.”
Albers got; “Me jin parestin lê belê cara yekem bû em rastî bûyereke wisan dihatin. Serî li me jî zîvirî.”

Şeva sersalê li hola Dêra Domê ya Kolna Elmanya di dema pîrozkirina sersalê de hejmareka girseyî ya ji kesên Ereb, Efrîqî û Rojhilata navîn pêk tên dest avêtibûn Keçikên li cihê pîrozbahiyê.
Him li rawestgeha trênê him derdorê Dêrê nêzîkî 80 jinî rastî êrîşê hatin.
Bûyerê herî balkêş jî ew bû li cem dêrê ciwanên erişker bi zorê bi keçikêre ketin peywendiya rigezî.
Piştî vê bûyerê li Elmanya gotûbêjên li ser biyaniyan bêhtir kur bûn û hêrsa li himber biyaniyan jî zêde bû.

Nûkirina Dawî : 08 Jan 2016 23:02

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 316