OPCW: Amerîka amade ye 500 ton çekên kîmyayî yên Sûriyê jinav bibe

OPCW: Amerîka amade ye 500 ton çekên kîmyayî yên Sûriyê jinav bibe

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ragihand ku Amerîka xwestiye ku 500 ton ji çekên kîmyayî yên herî metrsîdar li Sûriyê, di deryayê de têk bibe.

Di daxuyaniyekê de OPCWê bal kişand ku “keştiya ku ser bi hêzên deryayî yên Amerîkayê ve ye niha ji bo vê mebestê tê amadekirin, tevî ku benderek ji bo piştgirîkirina vê proseyê tê destnîşankirin”. Herwiha rêxistinê eşkere kir ku nêzîkî 35 kompaniyayên taybet bi karê têkbirina çekên kîmyayî amadebûna xwe dane xuyakirin bo têk birina 800 ton ji cebilxaneya kîmyayî ya Sûriyê.

Di nîva meha Mijdara îsal de, Serokwezîrê Albanyayê ragihandibû ku welatê wî daxwaza Amerîka ya derbarê têkbirina beşek ji çekên kîmyayî yên Sûriyê li ser xaka wan red kiriye. Berî çend rojan OPCWê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku hinek zehmetî hatinê pêş derxistina çekên kîmyayî yên Sûriyê û têkbirina wan, û dilgiranî û nerazîbûna xwe anîbû ziman.

Tê texmînkirin ku cebilxaneya kîmyayî ya Sûriyê derdora 1300 tonî ye,û dê ev cebilxane li ser çend qonaxan bê têk birin, bi mercê ku heta meha Adara 2014an ev cebilxane bi temamî hatibe têkbirin.

Rudaw