Operasyona li ser kurê wezîran mohra xwe li rojeva Tirkiyê xist

Operasyona li ser kurê wezîran mohra xwe li rojeva Tirkiyê xist

Li Tirkiyê operasyona emniyetê ya di bin navê ’Gendelî û Ruşvetê’ de ku 49 kes hatine girtin mohra xwe li rojevê xist. Di operasyonan de ji ber “bertîl” û “gendeliyê” li gel karsaz Alî Agaoglû û kurên 3 wezîrên hikûmeta AKP, gelek kesên din jî hatin girtin. Balkêşe ku ev operasyon di demekê de pêkhat ku di navbera AKP û Cemaeta Gulen de nakokî derketine asteke bilin.

Li Tirkiyê îro operasyonek berfereh ya bi navê ’Gendelî û Ruşvetê’ pêk hat û 49 kes di yekcarî de hatine girtin. Di nava kesên hatine binçavkirin de karsazên navdar û kurên 3 wezîran jî hene. Karsaz Alî Agaoglû, Reza Zerrab û Şaredarê Fatîhê Mûstafa Demîr û Mudurê Giştî yê Halk Bankasi Suleyman Aslan jî hatine girtin.

Kurê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar Abdullah Ogûz Bayraktar, kurê Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler Bariş Guler û kurê Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan Salîh Kagan Çaglayan jî hene.

Ev operasyon di demeke krîtîk de pêk hat. Li Tirkiyê dema dawî rojev nakokiyên di navbera AKP û Cemaeta Gulen de derketibûne asteke bilin. Herî dawî piştî ku AKP biryar da dersxaneyan bigre, ev nîqaş dijwartir bû û parlamenterê AKP Hakaş Şukur  ku weke nêzîkê Fethullah Gulen tê naskirin, îstîfa kir.

Tê gotin eve îşareta destpêkirina qeyraneke nû ye.

Kaplan: Operesyon nîşana teqîna guleyekê ye

Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasip Kaplan diyar kir ku, oparasyon nîşana teqîna guleyekê ye û berdewama wê dêbê. Kaplan diyar kir ku di karên edelet, emniyet, raya giştî de di navbera cemaeta Gulen û hikûmeta AKPê nakokiyên kûr hene. Di oparasyonan de ev “cudabûn” dê zêdetir bi şidata îşareta guleyê bidomin.