Opozisyona Sûriyê: Esed dimîn e

Opozisyona Sûriyê: Esed dimîn e

Çend jêderekî opozisyona Sûriyê ew yek aşkira kirin ku welatên Rojava niyeta wan tune ye ku di civîna Cinêv 2 de behsa dûrxistina Beşar Esed ji posta serokayetiya Sûriyê bikin.

Jêderan ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihandine ku, welatên Rojava nameyek arasteyî opozisyonê kirine û têde amaje bi wê yekê kirine ku merc nîne kongireya Cinêv 2 bi dûrxistina Esed ji desthilatê bidawî bibe û ev jî bi hinceta ku wê rê li pêşiya grupên tundrew bê vekirin ku desthilata welat bixin destê xwe de.

Her di nameya ku arasteyî serkirdeyên Itîlafa Niştimanî ya Sûriyê hatiye kirin di civîna grupên dostên Sûriyê li Londonê ew jî hatiye aşkira kirin ku dûrxistina Esed di van şert û mercên niha de wê tevlîheviyek mezin dirust bike, jiber ku grupên tundrew li welêt bihêztir û bandortir dibin.

Di nameyê de hatiye diyar kirin ku, çê dibe piştî temambûna dema desthilatiya wî, Esed bi fermî proseya hilbijartinên serokayetiyê encam bide, her weha egera wê yekê jî dûr nîne ku carekî din Esed, xwe ji bo posta serokatiya welat hilbijêre.