Osman Sebrî kiye?

Osman Sebrî kiye?

 

Navdarê Kurd Osman Sebrî

 

Osman Sebrî, 05.01.1905 an de li navçeya gûndê Narîncê ya wê demê ser bi Meletiyê ve neha ser bi Semsurê ve hatiye dinê. Osman Sebrî di deh saliya xwe de 1915 an de bavê xwe winda dike û sêwî dimîne. Piştî mirina bavê wî, dayika Osman Sebrî, Emînê bi apê wî Şukrî ve yê ku axayê Mirdesî bû dizewice. Apê Şukrî ji zarokên xwe pirtir ji Osman Sebrî hez dike û wî di bin baskên xwe de him perwerde dike û him jî diparêze. Wi dişîne dibistanê hetanî ku ya navîn bidawî dike. Apê Osman Sebrî hîna di 16 saliya Osman Sebrî de wî dizewicîne. Ji zewaca wî ya destpêkê 3 kur jêre çêbun, 2 jê zu mirin û yê sisîyan jî bi navê Welat di destpêka sala 1970 î de li bakurê Kurdistanê hat kuştin, temenê wî 47 bû.

Di wê demê de tevgera gelê Kurd ya ji bo serxwebûn û azadiyê di 1925 an de bi serkêşiya Şêx Seîdê Pîran dest pê dike. Apên wî Şukrî û Nûrî digel Şêx Seîd û 48 hevalên wî li Amedê tên darvekirin.

Osman Sebrî di bîranînên xwe de vê bûyerê weha dibêje;

Me dengê lingê leşkeran bihîst û me xwe da hev. Demhijmêr nihê şevê bû. Bi lezgînî min destên apên xwe ramusand. Dema ew birin sêdarê li pişt wan min li wan nihêrî. Min dengê apê xwe carekî dîtir bihîst:

Egid be, dirust be, pêgihiştî be û dema gihiştî dawiya rêkê azad û serfiraz be.

Ji wira derketim û rasterast çûme nav cihê xwe. Barekî mezin min girtibû ser milên xwe. Komarê dest danîbû ser tavayî mal û milkên me, paşê jî apên min kuştibûn. Wekî ku ji mezinekî rêber bêpar mabûm berpirsiyariya şazde zarokên ku pêdiviya wan bi xwedîkirinê heye kete ser şanê min. Berî bi deh salan dema ku min bavê xwe winda kirî apê min Şikrî tunebûna wî bi min nedabû hesandin. Gelê minê jî wekî wî li van zarokan baş mezyandibane? Di bin giraniya hizrên xwe de ser xwe çûbûm.

Dema sibêda paşê rabûm roj derketibû…

Bi vê bûyerê ve malbata Osman Sebrî tevî karwanê cangorên Kurdistanê dibe. Piştî van bûyeran Osman Sebrî jî ji aliyê hêzên komarê ve tê girtin û hetanî sala 1928 an li bajarê Denizliyê di girtîgehê de dimîne. Piştî Efuyeka giştî ku tê berdan vedigere Meletiyê û dest bi karê welatparêziyê dike. Dîsan dixwazin wî bigrin lê ew xwe nadê dest û roja 24.12.1929 ê derbasî binxetê dibe. Li Surî bicî dibe. Li Surî rastî gelek kesan dibe ku beşdarî serhildana Şêx Seîd bûne û ji nûvre dest bi karê xwe yê siyasî û karên welatperweriyê dike.

Osman Sebrî kesayeteke wisane ku bûye şahidê gelek bûyerên dîrokî yên ku ji bo dîroka Kurdistanê û Şoreşa Kurdistanê giring. Ji ber vê yekê jî jiyana Osman Sebrî bi dîroka sedsala dawî ya Kurdistanê ve rasterast girêdayîye.

Osman Sebrî li Sûrî di karê kovara Hawar de cî digre û gelek helbest, pexşan, şirove, çîrok û tiştên din dinivîse.
Seydayê Cigerxwîn di hejmara Hawaryê ya 21 an de sala 1933 yê Helbestek bi navê – Ji Osman Sebrî Efendî re – ev helbest weşand.

Peyamek Cegerxwîn: Ji Osman Sebrî Efendî Re:

Bigorî bim ji bo te ey birayê min tu kanî
Ji dûrî ve te destê xwe di nîv destê min danî
Bi min û te du destên bê çep û rast ey birader
Belê herdu qewî jarin di yek laşê giranî
Me pirsî derdê Kurdmancan ji çerxa etlesa jor
Nezanî bo tevan derde belê lê me xizanî
Belê zêre belê zêre belê zêre belê zêr
Xwedanê wî cîhangêre bela ker bit dixanî
Ji bo me ne eqil fêde dikî ne xwendina pir
Ji bo me ço divêtin da ji tirsan bidne banî
Feke va ye mirim îro ji dinya ez hilat im
Bi gera xwe bi çerxa xwe te daxwaza me nanî
Cegerxwîn im mirim ez çûm ji bo we Sebriyek ma
Erê himberî Kurde welê bê wehya esmanî.
Cegerxwîn

 

Lê Jiyana Osman Sebrî li gel wêjeya Kurdî bi kar û barên siyasî û tekoşîna siyasî ve jî dibihure. Osman Sebrî agirê nava xwe yê Kurdperweriyê nikare tenê bi wêjeyê ve dagre û dixwaze bi rengekî çalek di nava tekoşîna Kurdewarî ya siyasî û çekdarî de cih bigre. Osman Sebrî di vê demê de li gel navdarên Kurd, Celadet Elî Bedirxan, Cigerxwîn, Qedrîcan û Tîrêj hev dinasin û pêkve kar dikin.
Osman Sebrî wê demê bi armanca ku biçê tevlî serhildana Agirî bibe dikevê rêde. Di sala 1931 ê di rêkê de tê girtin û demekê di girtîgeha Mûsil û Bexdayê de dimîne.
Osman Sebrî di vê pêvajoyê û hemî demên jiyana xwe de bi gelek zehmetkêşiyan ve rûbirû maye û hetanî sala 1972 yan nêzîkî 20 caran hatiye girtin û gelek caran hatiye koçberkirin.

Di sala 1944 ê de Osman Sebrî li Şamê zewaca xwe ya duyem kir, ji jina xwe ya zewaca duyem ya Çerkez 5 zarokên xwe çêbûn.
Di sala 1954 ê de Osman sebrî pîtên Kurdî bi nivîsa Latînî derxistin.
Îsmet Şerîf Wanlî di pêşgotina xwe ya bo Dîwana Osman Sebrî de weha dibêje;
Wek ez dizanim, Osman Sebrî bes bi zimanê Kurdî dinivîsand, wî hest dikir ku tirseke mezin di qedexekirina zimên de heye, nemaze ji aliyê kolonyalîsta Tirk ve li Bakurê Kurdistanê. Osman Sebrî bi tundî bala xwe dida ser rastnivîsa zimanê Kurdî(zarava Kurmancî ya ku Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî pê nivîsandine) , ew diparast û wek kelepûra bav û kalan, di raman,kesîtî û psîkolîjiya Kurdî de pêşve dibir. Ligel Celadet Bedirxan di danîna – Alfabêta Kurdî ya Latînî de beşdar bû, ya ku di hemû berhemên xwe yên wêjeyî  û folklorî de bikar anîbû.

Ismet Şerîf Wanlî dibêje ku Oriêntalîstê Fransî Tomas Bois gotibû ku Osman Sebrî bi ristekî û bi çîrokên zaravayê Kurmancî yek ji pêştirîn û zanatirîn nivîskare.

 

Li gel karê wêjeyî û zimannasî di heman demê de karên siyasî jî dimeşand. Di sala 1957 ê de bi hindek hevalên xwe yên rewşenbîr ve Partiya Demokrat ya Kurd ya Surî damezirandin û Osman Sebrî bûbû Serokê Partiyê.
Navdarê Kurd yê welatperwer û rewşenbîr Osman Sebrî di roja 11.10.1993 yê demhijmêr 15:50 î li Şamê jiyana xwe jidest da.

 

Çend berhemên Osman Sebrî evana ne

1- Elîfbêya Kurdî /1954 / Şam .

2- Bahoz / helbest / 1956/ Şam .

3- Derdên me / gotar û çîrok / 1956 / Şam .

4- Gotinên xav napijin bê tav / helbest / 1981/ Almanya / , helbestên vê dîwanê hêja Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê daye hev û pêşgotina xwe û pêşgotina Dr.Nûredîn Zaza çapkir .

5- Elîfbêya Tekûz / 1982 / Şam .

6- Çar Leheng / têkest / 1984 / Şam .

7- Berseva Hoşeng / 1992 / Şam .

 

Çavkanîyên vê berhevê:
www.koneres.com
Pêşgotina Abuzêr Balî ya Dîwana Osman Sebrî

Helbesta helbestvanê Kurd Berken Bereh bo Osman Sebrî

Tu xelatekî bo me ji payizên bihûrî
Ji hingura helbestê, ji berbanga evînê
Bi hêminî dinizilî etlasa jiyanê
Hêviyên dahatûyê te li me didin hîs kirin
Kurê birîndarî yê nifşa xwe
Dilê te ji hingiva kilaman
Êş in te dibişirînin ji serpêhatiya hezarî salan.

berken bereh