Parêzerek Kenyayî ji ber mirina Îsa pêxember der barê Îtalya û Îsraîlê sikale tomar kir

Parêzerek Kenyayî ji ber mirina Îsa pêxember der barê Îtalya û Îsraîlê sikale tomar kir

Parêzerê Kenyayî yê bi navê Dola İndidis ji ber çarmîx kirina Îsa pêxember der barê Îtalya û Îsraîlê de li dadgeha Lahey sikale tomar kir. Parêzer Dola İndidis der barê împaratorê demê yê Romayê Tiberius, şahê Cihûyan Herod, qaziyê dadgeha ku nebî Îsa siza kiriye Pontius Pilate de sikale tomar kir.

Heger dadgeh vê sikaleyê erê bike dê her du welat bihêne darizandin.

Parêzerê Kenyayî sebaret bi vê sikaleyê ku pêşkeşê Dîvana Dadê ya Navnetewî kiriye got ku ew ji ber rêzgirtina pêxemberê xwe vê dozê bi rêve dibe. Ew dixwaze ji bo Îsa jî edelet pêk bihêt. İndidis dibêje di dagehkirina nebî Îsa de mebesta ne baş hebûye û li gor yasayên xiristiyanî jî ne guncayî bûye.