Parlamenterekê Tevgera Goran: ’Ji bo azadkirina Ocalan divê zext li Tirkiyê bê kirin’

Parlamenterekê Tevgera Goran: ’Ji bo azadkirina Ocalan divê zext li Tirkiyê bê kirin’

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn ji hikûmet û Parlamentoya herêma Kurdistanê daxwaz kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bike. Heme Emîn, peywendiya baş a navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî wek xeteke din a vê zextê destnîşan kir.

Di 15 salvegera girtina Rêberê PKK Abdullah Ocalan da li gelek deverên Kurdistanê çalakiyên şermezar kirinê hatine lidarxistin. Di vê derbarê de Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn jî ji Basnewsê re axivî û ji hikûmet û Parlamentoya herêma Kurdistanê daxwaz kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bike.

Şêrko Heme Emîn got: ’’Em ê bi rêya fraksyona xwe guşarê bixin ser parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê daku bikaribin bi rêya ofîsên hizbî û hikûmî kar bikin bo azadkirina rêberê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan.’’

Heme Emîn wiha axifî: ’’Ji xeynî vêna jî dibe ku peywendiyên baş ên navbera Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rêyeke din be bo zext li hikûmeta Tirkiyê were kirin daku Ocalan azad bike.’’

Parlamenterê Tevgera Goran da zanîn ku anîna rojevê ya vê mijarê dê yek ji karê wan ê serekî be û axaftina xwe wiha qedand: ’’Yek ji daxwazên xwepêşandana ku îro li Silêmaniyê hat kirin evna bû û me jî soz daye wan.’’

Jêder Basnews