Parlamentoya Îngilistanê mudaxeleya serbazî li dijî Sûriyê red kir

Parlamentoya Îngilistanê mudaxeleya serbazî li dijî Sûriyê red kir

Parlamentoya Îngilistanê daxwaza hikûmeta wî welatî bo beşdarî di operasyona serbazî ya li dijî rêjîma Sûriyê red kir.

Parlamentoya Îngilistanê ku çend roj bû li ser mudaxeleya serbazî li dijî rêjîma Sûriyê gotûbêj dikir, duh (29.08.2013) bi piraniya dengan pêşniyara hikûmetê bo vê yekê red kir.

Li gorî nûçeya BBC, piştî ku parlamentoyê pêşniyara hikûmetê red kir serokwezîrê wî welatî Davîd Kameron diyar kir ku madem parlamento naxwaze ew jî dê li gorî wê biryarê tevbigerin.

Pêşniyara hikûmetê bi 285 dengên na li hember 272 dengên erê hat redkirin. Bi vî awayî, Îngilistan dê beşdarî mudaxeleya serbazî ya li dijî Sûriyê ku bi hêceta bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rêjîma Beşar Esed ve ketiye rojeva welatên rojava bi taybet Amerîka û Fransa, nebe.

Piştî ku biryara parlamentoya Îngilistanê hat eşkerekirin, Amerîka ragihand dê diyaloga digel Londonê bidomîne.

Wezîrê parastina Îngilistanê Phîlîp Hammond jî ragihand, Îngilistan beşdarî mudaxeleya serbazî li dijî Sûriyê nabe lê bi îhtimalek mezin ev operasyon dê pêk were.

Hammond diyar kir ku wî û serokwezîr Kameron bawer nedikir parlamento biryarek wiha bide û destnîşan kir, ev yek dê karîgeriyek nebaş li ser pêwendiyên London û Washingtonê bike.

Tê zanîn, roja 21ê Tebaxa 2013 li nêzîkî Şama paytexta Sûriyê, çekên kîmyayî li dijî xelkê sivîl hatibû bikaranîn û di encamê de bi sedan kes miribûn. Amerîka, Îngilistan, Fransa, Tirkiye û gelek welatên din rêjîma Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyayî tohmetbar dikin û di wê baweriyê de ne divê rêjîma Beşar Esed “were cezakirin”. Lê Sûrye, Îran û Rûsya jî opozîsyona wî welatî bi vê yekê tohmetbar dikin.

Ji aliyekî din, sekreterê giştî yê NY Ban Kî-moon ku piştî bûyer tîmeke lêkolînê şandibû Sûriyê ragihand, tîma NY dê roja şemiyê (31.08.2013) lêkolînên xwe bidawî bînin.

Rudaw