• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Parlementera HDP ê henekê xwe bi 40 milyon Kurd kir

Parlementera HDP ê henekê xwe bi 40 milyon Kurd kir


barkirin: Gelarêzan 16, 2015, 12:21


Parlementera HDP ya Amedê Nursel Aydogan bi nivîsên pişka xwe yên Twîtterê aşkere parezvaniya leşkerên tirk kir.
Aydogan piştî kuştin û zilma artêşa tirk ya li Ferqînê serdana Ferqînê kir û ji bo encamên zilmê li ser pişka xwe ya twîtterê şirove kir. Aydogan di şiroveya xwe de weha nivîsî;

Di operasyona Ferqînê de polîsên tevgera taybet li ser dîwara `Eger tirk bî pesnê xwe bide eger ne tirk bî serî biçemîne` nivîsîne. Tirkek weha nanivîse, nikare binivîse, Ji ber ku şerm dike.

piştî vê nivîsê di nivîsên xwe yên dîtir de jî Nursel Aydogan weha nivîsî;

Bi xêra vana em êdî şerm dikin. Tirkên rast demokratin ne nijadperestin. Dostê gelê dîtirin.

Nivîsên Nursel Aydogan yên di twîtterê de hêrsa Kurdan girte ser xwe. Bi sedan bersivên şermezarkirinê hatine dayîn.

hindek ji bersivan weha bûn;

@Dilbihar ; Ew tirkên tu dibê vêya û wêya nanivîsin eve 100 sale tewşîtiya `Her bextewerbî ewê bêjê ez tirkim`dixine nava çavên te.
@gulexan; ji bo wê gumanên min hene
@gulekam; xwezka eyarên we yê febrîqê hebane
@azizDem; Gelê Kurd eve 80 sale Tirkên rast dinase û dizane xwe newestînin.
@Serwan_Riha; Tirk bi salane dinivîsin, him xwîna me dirijînin, him jî bi xwîna me dinivîsin, hun serê çi dijîn nûnera birêz.
@nalin; Şûna hun ji tirkbûneke wisan şerm bikin, hun hatine tirkîtiyê pîroz dikin.

 

Li Ferqînê di nava 12 Rojan de 7 Kurd hatine kuştin. 3 taxên Ferqînê bi rêk û malên xwe ve hatine wêrankirin.

dîtin: 241

Pêveker:

parlementera hdp ê henekê xwe bi 40 milyon kurd kir