Ayjan İrmez- HDP Parlamanter- Rewanbej
Parlementera HDP’ê ya Şirnexê hate binçav kirin

Doh (24’ê Îlonê) Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê, Aycan Îrmez tevî pênc kesên din ji aliyê hêzên ewlekariya dewleta Turk ve hate binçav kirin.

Tê gotin ev parlementera HDP’ê di çalakiya Mertalên Zindî de ya li dijî operasyonên artêşa Tirk li hember Gerîllayên PKK’ê û xelkê sivîl, tevî wan pênc kesan çûbû çiyayê Cudî û di vegerê de hatiye binçav kirin.

Li gor agahiyan Îrmez û pênc kesên pê re birine ’’Tabûra Tankê’’ ya Îkîzceya Şirnexê. Heya niha derbarê nasnameya pênc kesên ku tevî Îrmezê hatine binçav kirin nayê zanîn.

Navbirî  û pênc kesên pê re li ’’Kanên Komirê’’ yên Şirnexê hatiye rawestandin û bi henceta ’’Herêma Ewlehiyê’’ binpê kirine hatine binçavkirin.

Nûkirina Dawî : 25 Sep 2015 3:03

Xwendin: 146


Leave a Reply