Kurdistan - Parlement - Rewanbej
Parlementoya Kurdistanê ji bo bombebarana gundê Zargelî ji Tirkiyê tezmînatê dixwaze

Ligor zanyariyan roja 23’ê Îlonê, Berpirsyarê Karên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa bi Konsolosê Tirkiyê li Hewlêrê civîneke lidar xistiye.

Tê gotin di civînê de Felah Mistefa derbarê bombekirina gundê Zergelî raporekê berfireh daye Konsolosê Tirkiyê û pêşnîyar kiriye ku dewleta Tirk waz ji şerê bi PKK’ê re bîne û bi gotûbêjan pirsgirêkê çareser bikin.

Herwiha Parlementerê Parlementoya Kurdistanê li ser lîsteya Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK)’ê, Qedîr Rezgeyî jî diyar kir wan ji bo malbatên di bombebaranê de zirar dîtine ji dewleta Tirk tezmînat xwestine.

Roja 1’ê Tebaxê firokeyên şerker yên Dewleta Tirk bi henceta hebûna baregahên PKK’ê, gundê Zergelî ya li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 8 kesên sivîl hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Piştî bombebaranê şandên Parlementoya Îraq, şandeke parlemanterên HDP’ê û gelek şandên Ewrûpî serdana cîhê bûyerê kirin û tevî şermezar kirina kiryara Tirkiyê, di raportan de hatiye ku kesên sivîl hatine hedef girtin.

Nûkirina Dawî : 24 Sep 2015 23:34

Xwendin: 114


Leave a Reply