SPAIN-POLITICS-REGION-CATALONIA-DIADA
Partiyên Serxwebûn xwaz li Catalonê bi ser ketin

 

Bi jimartina zêdetirî ji sedî 90 a dengan xuyaye ku partiyên aligirê serxwebûna herêma Catalon a Spanyayê serkeftiyên sereke yên parlementoya herêmî ne.

Hevpeymaniyek ji partiyên sereke yên cudayî xwaz û partiyeke biçûktir 72 kursî di parlementoya herêmî de ku xwediyê 135 endaman e bidest xistine.

Wan berê gotibû, bidest xistina piraniya kursiyên parlementoyê, derfetê dide wan ku di nava 18 mehan de bi awayekî yek alî ji Spanyayê cuda bibin û serxwebûna xwe rabigehînin.

Lê dewleta Spanyayê soz daye bi riya dadgehê rê li ber wî karî bigre.

Bi hejmarkirina %94 a dengan, partiya Junts pel Si (Bi hevre erê)  62 kursî bi dest xistine û tê payîn Partiya Çepgir ya cudayî xwaz (CUP) 10 kursiyan bidest bixe.

 

Serokdewletê Catalonyayê, Artur Mas i Gavarró piştî ragehandina encama hilbijartinan di nava girseya alîgirên xwe de got: ” Em bi ser ketin”.

Serokên Serxwebûn xwaz ji BBC’ê re gotin e, ”ji niha û pêve em ji bo avakirina eyaleteke serbixwe gav davêjin”.

Dewleta Navendî ya Spanyayê tekez kiriye ku dewletên herêmî nikarin serxwebûnê rabigehînin, lê eger partiyên serxwebûn xwaz di parlementoya herêmî de bibine zorîne, dikarin ji bo desthilatên zêdetir zextê li ser hikûmeta navendî çêbikin.

Medyayên Spanyayê ji ber daxwaza serxwebûnê vê hilbijartina parlamentoya xweser weke ‘hilbijartina herî girîng a dîroka demokrasiyê’  binav kirin.

Doh 27’e Îlonê, herêma xweser a Katalonyayê ya li rojhilatê Spanyayê kete hilbijartinên parlementoyê.

5 milyon û nîv hilbijêr ji demjimêr 09:00’ê heta 20:00’ê dengên xwe bi kar anîn.

Şêniyên herêma Catalonyayê derdora 7.5 milyon kesan e û di nav 5 salan de cara sêyem e di hilbijartinan de beşdar dibin.

Nûkirina Dawî : 28 Sep 2015 15:04

Xwendin: 135


Leave a Reply