PDK, YNK serdana PKK li Qendîlê kirin

PDK, YNK serdana PKK li Qendîlê kirin

Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî û nûnerê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre di roja duwem ya cajnê de (9 Tebaxê) serdana Qendîlê kirin û li gel hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik civiyan.

Di demekê de ku sebaret bi rûdanên Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên Kurd de gengeşiya deriyê sînor û bêdengiya li hember rûdanan dihête kirin serdanek giring li Qendîlê pêkhat. Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî û nûnerê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre di roja duwem ya cajnê de serdana Qendîlê kirin û li gel hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik civiyan. Der barê serdanê de Kemal Kerkûkî ji televiziyona Rûdawê re axivî û diyar kir ku berê biryar dabûn serdana Qendîlê bikin, lê dem wisa guncaw bû serdan di vê demê de hate kirin.

Kerkûkî da zanîn ku ewan nameya serokê herêma Kurdistanê gehandiye rêvebiriên KCK’ê û wan jî bi erênî pêşwazî kirine û giringî pê dane. Kerkûkî got: “Di serdanê de bi giranî behsa pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogon û rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî dest pê kirin, hat kirin. Me tekez kir ku divê ev pêvajo serbikeve.”

Kerkûkî diyar kir ku wan behsa rûdanên Rojava jî kiriye û got: “Meseleya Rojava beşekî din a civînê bû. Cemîl Bayik bi xwe piştgirî da daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo avakirina lijneyek ji bo lêkolînkirina rûdanên Rojavayê Kurdistanê.”

Kemal Kerkûkî derbarê aloziyên vê dawiyê yên di navbera PKK û PDKê ku piştî gotara hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik a ji bo rojnameya Azadiya Welat kiribû û rexne li helwesta PDK’ê ya derbarê meseleya dergehê Sêmalka de girtibû jî wiha got: “Me biryar da ku ev mijar bi dawî bibe.”

Endamê polîtburoya PDKê Kemal Kerkûkî wiha got: “Wê di demekî nêzîk de ew lijne bê dirûstkirin. Ji bo rastî bên zanîn, wê serdana rojavayê Kurdistanê bikin.”

Jêder Rudaw