Pêdiviya Kurdan tenê bi çekên giran heye | Eliyê Koçe

Pêdiviya Kurdan tenê bi çekên giran heye | Eliyê Koçe

Waxta ku em dused salên dawî di erdnîgariya kurdîstanê de rewşa kurdan diber çavan re derbasbikin, kurd peve hatine xapandin, ji aliye siyasete ve xwe bi rêxistin nekirine û dinava bê tifaqiyekê de jiyane.Lê divan çel salên dawîde bi saye serok APO û şoreşgerên azadiye rewşa kurdan hate guhertin. Her çiqasî berdêlên wêya giran bê jî, kurd di welatê xwe de bi hêz bûne, xwe bi rêxistin kirine û gihîştine merheleyekê. Di rojhilata navînde tu kes nikarê bêyî kurdan plan û projeyên xwe li gorî ser ê xwe bi meşine û têxê meriyete.Ji Dewleta tirkan û diserîde ji Teyib were ku wê Serok APO bi xapênin, ji xwe re digotin çawabê APO di deste me de ye, em ê wiya jibonî berjewendiyên xwe bi kar bînin, gotin em ê pisgirêka kurdan çareser bikin û dest bi pêwajoya xapandine kirin, piştî dû sê salan meyzandin ku hem li tirkîye û hem li rojava li hemberî kurdan têk çûne, vê rewşê Teyib û hevalbendên wiya yên pergalê dîn û har kirin, ji xwe re mane heyîrî nizanîn bê wê çi bikin. Tenê didestên tirkan de PDK başur maye, Recep Erdoxan dixwaze birêz Mesûd Berzanî bikşîne cem xwe û bêtifaqiye û birakujiye têxê navberan kurdan de, berya bi hefteyekê hin rêvebirên başurê Kurdîstanê gotin me serweriya xwe ya aborî dinavbera xwe û Dewleta İraqê de ilan kiriye û em bi Dewleta tirkan re lihev hatine. Evya jî wisa xwe dide xuyankirin ku rêvebirên başurê Kurdîstanê diserîde bi rêz Mesûd Berzanî û partiya wiya PDK jibonî ku desthilatdariya xwe berdewam bikin û pişta xwe bidin tirkan ji doh o ve razîne, evya rêyeke pirr bi tahlûkeye, hêviya me ewe ku birêz Mesût Berzanî diroka tirkan ya li hemberî kurdan diber çavan derbas bike û newê van leystokên tirkan. Dive em veya jibîr nekin waxta ku ew çeteyên xwedê nenas ketin erda başurê kurdîstanê şengal dagir kirin û nêzî Hewlerê bûn ji xeynî kurdan tûkes bi hewara başur ve nehat.

Wekî ku em dizanin di roja me yî îroyînde li başur û li rojavayê kurdîstanê şerekî dijwar û berfereh tê meşandin, her roj bi dehan cuwanên kurdan jibonî ku welatê xwe ji hov û dagirkeran bi parêzin şehîd dikevin, li vira ne hedê meye ku em şîret û aqil bidin wan rêve- bir û fermandarên ku vî şer î dimeşînîn, em dizanin ku ew kesana di şer de xwedî tecrübene, lê dîse jî yek li ser vî şer ê ku niha li başur û li rojavayê kurdîstanê tê birêvebirin fikr û ramanên xwe bênê ziman wê başbe û ne xerab be. Li gorî ku em çapemeniyê dişopînin Dewletên yekbûyî “Emerîqa” negotiye kurd mitefîkê min yên stretêjîkin, dibejê hevkariya min ya bi kurdan re teqtîksele, evya jî tê wê wateyê ku heya ku kurd bikêrî min werîn ez ê wana ji xwe re bi kar bînim, dive ku îro ev rewşa li hesabên kurdan jî werê, lê dipêşerojê de heye ku kurd bi îxanet û xetereyan re rû bi rû bi mînin. Ji aliyekîdin ve ji waxta ku em dêhn û bala xwe didin vî şer î, ji Efrîne heya bi Kerkûke nêzî hezar û pênsed kilometroyan dû ve dirêj û berfirehe hamu çol, deşt, gund û bajarin, Dewleteke herî bi hêz û xwedî çeken giran û teknolojiyeke pêşketî nikarê qadeke şer ê wisan fireh û duvedirêj biparêzê, ev qada şer ne qada şer ê garîla ye, ev şer a şerê çeper û çekên girane, di çi şert û mercan debe bilabe dive kurd çeken giran bi dest bixin, îro pêdewiya kurdan ji nan û avê bêhtir bi çeken giran heye waxta ku kurd çeken giran bi dest nexin dive em veya baş bizanibin pêşeroja kurdan di xeterê û tahlûkê de ye.