Penaber Rewanbej
Penaberên Kurd û Îranî li kampa Rutenbêrgê di grevê de ne

Hat ragehandin ku hejmareke penaberên Kurd û Îranî yên di Kampa penaberan a Rotenburg a li Eyaleta Hesse ya Elmanyayê de dest bi greva birçîbûnê kirine.

Sedema grevê diyar nekirina rewşa wan penaberan û hilbijartina dosyeyan ligor dilê xwe ji aliyê berpirsan ve hatiye ragihandin.

Rojnamevan û çalakvanê sivîl yê Kurd, Mehdî Remezanzade ku bi xwe jî di grevê de ye ji Rewanbêjê re got:  Ligor zagonên penabertiyê yên Elmanyayê, penaber herî zêde piştî sê mehan di mayîna kampa demkî de, lazime bo kampa giştî bêne veguhestin, di kampa giştî de îqameya demkî didin wan û li wir kursên ziman hene.

Hêjayî gotinê ye ku parlementoya Elmanyayê bi zêdebûna pêla penaberan bo welatên Ewrûpayê û bi taybet Elmanyayê, bi erê kirina qanûnekî mayîna penaberan di kampan de kiriye 6 meh heya salek.

Remezanzade di vê derbarê de dibêje, kesên ku dest bi grevê kirine hemû beriya erê kirina vê qanûnê hatine nav xaka Elmanyayê û ligor qanûnên Elmanyayê bi xwe ev biryar wan venagire.

Ew rojnamevanê Kurd dibêje: Ji mme re gotine li gfor qanûnê emê bi we re tevbigerin, lê gelek penaberên ku xelkê Sûriyê jî nebûn di kêmtir ji deh rojan de bo kampên giştî hatine veguhestin.

Pemabereke din ku xelkê Îranê ye, dibêje: ’’me serdana rêvebira kampê kir û jê xwest dosyeyên me cardin ber çavan derbaz bikin, lê weke hercarê bersivên ne li rê da me. Me jê xwest ku em bi xwe kar û barên dosyeyên xwe bikin, lê ev yek jî red kir. Me jê re got, emê dest bi grevê bikin, pir normal ji me re got çi dixwazin bikin, ne girînge.’’

Hêjayî gotinê ye ku gelek caran neşopandin û ragirtina zêde ya penaberan di kampan de bûye sedema xwekujî û aloziyên derûnî ya penaberan.

Nûkirina Dawî : 05 Nov 2015 16:29

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 143


Leave a Reply