Perwerda zimanê Kurdî li Zurîxê dê bi awayekî fermî bête dayîn

Perwerda zimanê Kurdî li Zurîxê dê bi awayekî fermî bête dayîn

Li gorî nûçeya ANF perwerda zimanê Kurdî li bajarê Siwîsre Zurîxê dê bi awayekî fermî bête dayîn.
Li gorî nûçeyê Saziya Perwerdeya hêla(Kantona) Zurîxê biryar da ku di sala pêş me de li dibistanên fermî yên vê hêlê Perwerdeya zimanê Kurdî bête dayîn.
Di rojên bihûrî de şandeyek ji saziya perwerdeyê serdana dibistana Kurdî ya ku ji aliyê Komeleya Çand û Integrasyonê ya Zurîxê ve vebûyî kirin. Li vê deverê çavdêriya dersên Kurdî kirin ku ji aliyê Mamoste Hesen Huseyîn Deniz ve têne meşandin.

Piştî çavdêriyê bi mehekê Berpirsiyarê Saziya Perwerdeyê yê Hêla Zurîxê Claudia Ulbrich bi nameyeka elektronîkî mizgîniya perwerdeya zimanê Kurdî di dibistanên Swîsrê de da Komeleya Perwerdeya Zimanê Kurdî ya Zurîxê.

Rewanbej.net