Pêvajo | Zeyat Brusk

Pêvajo | Zeyat Brusk

Ocalan jî şiyarî da Erdogan

Pakêtên demokratîkbûnê yan tedbîrên parastina desthiladariyê ne

Ji dema destpêka desthladariya xwe heta niha Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi kiryar û polîtîkayên xwe û bi biryar û helwestên xwe, sînorên dîktatoriyê jî bezand. Ya îronî jî ewe ku van kiryarên xwe bi rûpoşa demokratîkbûnê dipêçe. Lê gelo eve pêngavên demokratîkbûnêne, yan parastina desthiladariyê?

Hemû guhertinên der barê sererastkirina jiyana civakî de dihêne kirin, kelepçeyek din jî li dest azadî û mafê jiyana takekesî û her weha pîvanên huqûqê dide. Ji ber vê her diçe sînorên azadiyê li Tirkiyê di bin navê demokratîkbûnê de dihête sînordarkirin.

Di demên dawî de jî nûçeya destkariya kanalan û ji dûrve kontrolkirina bernameyan jî li Tirkiyê bû rojev. Eve jixwe mijarek berçav bû. Jixwe Erdoxan ji mêjve rê nade çapemeniya berhelkestkar, wan bê deng dike û ji ber vê jî bi dehan rojnamevan hîna jî di girtîgehan de ne.

Herî dawî guhertina der barê yasaya bikaranîna înternetê de rastê nerazîbûnekê mezin hat. Tenê ev mînak jî dide nîşandan ka gelo hukûmeta AKP û Erdogan çawa nêzîkê feraseta demokrasiyê dibin.

Erdogan ji bo parastina postê xwe hemû rêyên bêdengkirin û tepisandina mûxalefetê bikartîne. Nivîskarê navdar yê Tirk Hesen Cemal di nivîsa xwe ya dawî de vê şiyariyê dide û dibêje ku Erdogan dibe dewlet û dibe Enqere. Cemal dibêje Erdoğan jî her weke Çîller li gel artêşê, hevgirtina desthiladarî + artêş + dewlet dike. Ji lewra divê mirov ji bo çareseriyê hêviyên xwe bi wî ve girê nede.

Desthiladariyek ku ji bo parastina maf û berjewendiyên xwe demildest hemû gavan pratîze dike û yasayan diguhere, cih û payeya hemû berpirsan diguhere, ji ber çi guhertinên pêwîst yên der barê mijarên bingehîn yên demokratîkbûna welat de pêk nayne?

Ji 17’ê Kanûnê û vir ve, Erdogan ji bo veşartina bertîl û gendeliya hevrêyên xwe hemû payebilindên asayîş û darazê, serûbin kir. Bi sedan kes ji ber tûfana pevçûna di navbera AKP û Cemaeta Gulen de, av û av çûn. Ev guhertin bi tenê jî di asta derbeyekê de bû.

Her çend Erdogan di nava vê pevçûnê de ji bo piştgiriya Kurdan bigre diyar kir ku qaşo dewleta paralel an ku cemaet, hewl dide pêvajoya aşitiyê sabote bike jî, eve nayê wê wateyê ku Kurd di nava vê pevçûnê de, piştgiriya wî bikin. Bê guman Kurd ne naçarin ku di vê pevçûnê de aliyekê bigrin. Bi gotinek din ne ku Erdogan hewl dide pêvajoya aşitiyê bigehîne encamekê û ji bo rakirina astengiyan jî pêdiviya wî bi piştgiriya Kurdan heye.

Başe kanê pakêtên demokratîkbûnê? An jî ji bo demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêkên sereke yên Tirkiyê û ya herî giring û lezgîn jî, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd kîjan pakêt hatiye amade kirin?

Behsa pêvajoya aşitiyê tê kirin. Agirbestek heye, şer nîne û xwîn narije. Lê eve helwestek yekalî ye. Gelo bi tenê mijûl kirinê ev pêvajo digehe armanc? Gelo ew desthiladariya ku ji bo parastina berjewendiyên xwe demek ji ya din zûtir hemû awayî guhertinan dike û gavan davêje, lê ji bo pêşde birina pêvajoya aşitiyê pakêtên naveroka wan vala amade dike, çiqas baweriyê dide?

Ji xwe der barê vê mijarê de rêberê PKK Abdullah Ocalan jî şiyariyek da. Di hevdîtina xwe ya dawî ya di gel parlamenteran de jî Ocalan dibêje ku paketên demokratîkbûnê, paketên xudan naverokên vala ne û navê vê ne demokratîkbûne, belê provakatorî ye. Her weha destnîşan dike ku divê hikûmet xwe li pişt hesabên hilbijartinan neveşêre û heger wesa berdewam bike pêvajo nagehe encama ku tê hêvî kirin.

Êdî hûn hizir bikin ka mrov dikare ji desthiladariya Tirkiyê hêviya demokratîkbûnê bike yan na?