Pêvajo di çi rewşê deye PKK BDP û Tirkî

Pêvajo di çi rewşê deye PKK BDP û Tirkî

Hate diyarkirin ku berî ji aliyê KCK ve vekişîna Gerîlla bête rawestandin şandeya MIT ê li imralî li gel Serokê PKK Evdile Ocalan rûniştiye. Tête gotin ku di vê hevdîtinê de dîsan xwesteka peywendiya rasteras ya Ocelan li gel Qendîlê hatiye dûbarekirin. Serokê PKK li gel vê daxwazê diyar kiriye ku di şandeya bêt de 3 rojnamevanan jî dixwaze.

 

Pêvajo di çi rewşêdeye?

Daxuyaniya Qendîlê hindekî serî li BDP zîvirand, her çend Kurd di mijarên siyasî yên navxweyî de zû bizû daxuyaniya nadin û tiştekî nebêjin jî, di daxuyaniyan de jî diyare ku gelek pirs di serê BDP yîyan de hene. Piştî daxuyaniya Serokê Konseya PKK Cemîl Bayik ya rawestandina vekişînê, Selehettîn Demirtaş diyarkir ku peyvên Bayik xelet hatiyne têgihiştin, bayik ne bi wî rengî gotiye.

Piştî çend rojan KCK daxuyaniya fermî da û diyar kirin ku vekişîna Gerîllayên Kurd rawestandine.
Berî bi sê rojan Pervin Buldan bi lezgînî daxuyaniyek da û got ku bi lez divê biçin Îmraliyê. Diyare ku BDP maye di navbera Imralî û Qendîlê de. Jiber vê yekê jî bi gotina – Vekişîn rawestiyaye lê pêvajo dimeşe- xwe îdare dikin.  Ji kêlekê ve jî daxuyaniyên BDP yiyan tên, dibejin ku pêvajo tenê dikare bi destê derhênerê pêvajoyê Erdoxan û Ocalan ve bête rawestandin.

Hikumeta Tirk çi dibêje?

Hikumet bi daxuyaniya Bayik ve hindekî hejiya lê ji ber hêviya xwe ji Ocalan ji aliyekî ve rehetin. Her çend ji aliyê gelek rayedaran ve tê bilêvkirinku Qendîlê Ocalan vala derxistiye jî, aliyê tirkî xwe bi hêviya gotinên Ocalan dihêle. Serokê PKK Ocalan di hevdîtina 17 ê miha tebaxê de diyar kiribû ku divê êdî rewşa wî bi rengekî stratejîk bête dîtin û dewra xwe di pêvajoya Sûrî de jî bilîze.

Pêvajo dê çawan bimeşe?

Wekî ku di daxuyaniyên Kurdan de jî û Tirkan de jî tête xuyankirin tevlîhevî û aloziya pêvajoyê heye lê pêvajo êdî dimeşe. Ev jî tê wê wateyê ku PKK êdî şêwazê xwe yê tekoşînê guhertiye, giranî daye tevgerên bajara yên gelêrî û girseyî, giranî daye tekoşîna siyasî û nayête hêvîkirin ku wekî berê li çiyayên Kurdistanê şer bête kirin. Her weha di daxuyaniyên Ocalan de jî gelik caran hatiye gotin ku êdî Tirk pêvajoyê têk bidin jî ewana pêvajoyê xirab nakin û rêka wan ya tekoşîna siyasî dê her berdewam be.  Her çend PKK di vê demê de qala çekdanînê û belavkirina gerîlla neke jî giraniya xwe ya çekdarî daye Rojava û di dema pêşde li gorî bernameya pêvajoyê ya navbera PKK û MÎT a tirkî dê çi demê qala çekdanînê û belavkirina gerîlla bête kirin hîna ne diyare, lê diyare ku şervanên Kurd bi navê PKK nebe jî dê hêza xwe ya çekdarî biparêzin û bi taybet li Rojava bi şêweyekî dîtir ser piyan bihêlin.

Aliyê tirkî, her çend bi siyaseta AKP ve têkdayî be jî ew hewaya ku ketiyê ya pêvajoya aşîtiyê naxwaze xirab bibe. Bi gelik şêwazên cûrbecûr dixwaze xwe li ser Kurdan zal bike û wan li gorî daxwaz û siyaseta xwe di dest de bigre.

Lê diyare ku tekoşîna Kurdan dijî tirkî li serê çiyan bi çekdarî nebe jî li bajaran pevçûn û şer di nav siyasetê de dê pêkve bête meşandin. Bêgûman gelik caran ev tevlîheviya siyasetmedarên Kurd ya di navbeyna Îmralî û Qendîlê de dê derkevê hole ta ku peywendiya Ocelan rasterast li gel Qendîlê çênebe ev rewş dê bidome.

 

Rewanbej.net