Pêwendiyên Misir û Suriyê ji nû ve destpêkirin

Pêwendiyên Misir û Suriyê ji nû ve destpêkirin

Rawêjkarê wezareta derve yê Misirê Bedir Abdulatî diyar kir ku dê pêwendiyên dîplomatîk yên di navbera Suriye û Misirê de ji nû ve destpê bikin. Abdulatî di wezaretê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku dê pêwendî di asta konsolxaneyan de be. Li gor peymana di navbera her du aliyan de hatiyekirin wê di her du welatan de konsolxane di demek nêzîk de dest bi kar bikin. Abdulatî diyar kir ku destpêkirina pêwendiyan di berjewendiya Misirê de ye. Abdulatî got; ’Li welatê me 160 hezar Suriyeyî dijîn. Li Suriyê jî welatiyên me hene. Ji bo welatiyên her du welatan bikarin karûbarên xwe bi rehetî encam bidin jî pêdiviya vê pêwendiyê hey.

Der barê mijarê de ji aliyê Suriyê ve çi daxuyanî nehatin dayîn.

Serok komarê Misrê Muhammed Mursî ku bi derbeya leşkerî ji wezîfeyê hate girtin, ji ber bûyerên li Suriyê balyozê xwe yê Suriyê kêşandibû û Suriyê jî balyozê Misirê dersînor kiribû.