Pêwendiyên Tirkiye û Misirê têk çûn.

Pêwendiyên Tirkiye û Misirê têk çûn.

Herdu welatan balyozên hev qewitandin

Qeyrana siyasî ya di nevbera Tirkiyê û Misirê gehişt astekê ku herdu welat balyozên hev ji welatên xwe biqewitînin.

Wezareta karên derve ya hukûmeta demî ya Misirê îro gazî balyozê Tirkiyê yê li Qahîreyê Huseyîn Avnî Botsali kir u jêre got ku ew PERSONA NON GRATA an ku mirovê nayê qebûl kirine û divê heta 29’ê Mijdarê ji Misirê derbikeve.

Piştî vê helwestê wezareta karên derve yê Tirkiyê jî gazî balyozê Misrê yê li Enqerê Abderahman Salaheldin kir û ew ji Tirkiyê der kir. istenmeye adam ilan edildi.

Wezareta karênderve yê Tirkiyê der barê vê mijarê de ragehand ku berpirsiyariya vê yekê li ser hikumeta demî ya bi derbeya 3 Tîrmehê ye û ew ji vê yekê xemgînin.

Ji aiyê din ve peyvdarê fermî yê peywendiyên Misrê Ebdul Agî di civînekê çapemeniyê de ragihand ku hikumeta Misirê bi yekcarî biryar daye ku balyozê Enqerê ji Misrê derbixe, ji ber wê yekê jî, bi fermî ji balyozê Tirkiyê xwestine ku Misrê berde.

Hêjayê gotinê ye ku piştî daxuyaniyên serok wezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ku li Moskowayê, di hevdîtina Pûtîn de kiribûn, bû sedema kûrbûna qeyrana siyasî ya di navbera herdu welatan. Misirê daxuyaniyên Erdogan weke ne rewatî û destêwerdana nav karûbarên Misrê binav kir.

Rewanbej.net