Peyameke neftê ya nû di navbeyna Hikumeta Kurdistanê û Chevron ê de

Kompaniya Chevron petrol a Emêrîkî bo pêşxistina pîrên petrolê girbesteke nû ligel Herêma Kurdistanê mor kir.
Kompanya Chevron petrol roja duşemê 17 / 6 / 2013`e, di bayan nameyekê de ku ajansa Firans pirêsê wêneyek jê wergirt de ragihand, ku kompaniya yê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bo vedîtina petrolê li kompîrên Qeredax a dikeve başûrê hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê girebesteke nû mor kiriye.
Li gorî di belavokê de hatiye diyar kirin verehbûna kompîran a ku wê kompaiya li ser kar bike 680 k.m 2.
Ev sêyem girbeste ku kompaniya Chevron ligel Herêmê lidardixe piştî ku di manga Hezîranê de ji sala 2012 du girbest ligel Herêma Kurdistanê mor kiribû.
Ji aliyekî din ve, ev girbestên ku kompaniya Chevron petrol ligel Herêma Kurdistanê mor kirine rastî nerazîbûnên werzerata petrolê a Êraqê hatibû, ji ber vê yekê jî wezerata petrolê a Êraqê rê ne da ku ligel kompaniya Chevron li Êraqê tu girebest bêne mor kirin, taku ew xwe ji girbestên ligel Herêma Kurdistanê mor kirine paşve vekşîne.
Hêjayî gotinê ye ev girebestên ku Herêma Kurdistanê ligel kompaniyan petrolê lidardixe, yek ji sedemên gingeşiyên di navbera Bexdad û Hewlêrê de ne, çavdêrên siyasî û diplomat wer dinirxînin e pirsgirêkên ku di asteke dem dirêj de hêja nehatine çareserkirin, wê Êraqê berve metirsiyên mezin ve dibe.
Pukmedia