Peyamên hilbijartina parlementoya Tirkiyê

Peyamên hilbijartina parlementoya Tirkiyê
Di hilbijartina îro ya Parlementoya Tirkiyê de, ne Erdogan li gor bangeşeyên xwe karî 400 kursî bidest bixe û ne jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê, karî AKP’ê neçarî hevpeymanetiyê bike.Erdogan û nijadperestên Tirk hemû hewla xwe dan û çinema nekin, ji zextên pîskolojîk bigre heya komkujiya xelkê bê tawan, lê dawiya dawî HDP’ê bi ser ket.

Xelkê azadîxwaz û demokratîkxwazên Tirkiyê û cîhanê jî zor hewil dan serkeftina AKP’ê bisekinînin, lê AKP’ê jî bi serket.

Ya girîng, piştî hilbijartinê ye. PKK’ê ji berê bihêztire. HDP’ê li şûna hebûna grûpeke Parlementoyê ya bêhêz, îro bûye sêyemîn hêza nav parlementoyê. Erdogan jî dîsa nikare qanûna bingehîn biguhere.

Îro yên bi serkeftî û binkeftî bidawî hat. Çar salên din karê parlementoyê û siyaset û hukimdariya wan hêzan, biryara serkeftî û binkeftiyan dide.

Encamên hilbijartinê li hemû gelên Tirkiyê pîroz be.