Peyva Firaz

Peyva Firaz

Îro babeta me li ser peyva "FIRAZ"e.
peyva Firaz peyvekî kevin ê Kurdî (Paleyî) ye, her wiha di Avêstaya pîroz de jî derbaz dibe, Firaz bi wateya (serbilind û xwedî rûmet di rewşekî de) tê.
gelek peyvên mîna Firaz ta niha bi awayekî hûr û kûr lêkolîn li ser nehatine kirin, ev jî kêmahiyekî mezin e, çun ku gelek peyv hene wate û ramanên mezin têr û tejî dikin, lê mixabin ev kêmahî me rasrî gelek astengiyan kirine.
peyva firaz wek peyvekî roldar û tejî, kane bibe bingeha gelek peyvên nû û nûjen di zimên de, ji bo agahî û berçav ronî hinek peyvên kevin û nawaze ku bi amraza peyva Firaz'ê saz bûne.

*Rewanfiraz: Şehîd
*Serfiraz: Serbilind û rûmetdar
*Destfiraz: Destrengîn, kesê ku bi destên xwe nanên xwe peyda dike
*Rêfiraz: Rêyeka pîroz û bi rûmet, rêyeka serbilind
*Akarfiraz: (Akar=islub, uslup) anku akarên serbilind û rûmetdarane
*Niyazfiraz: (Niyaz = niyet) anku niyazên şerîfane û xwedî armancên pîroz
*Karfiraz: Karên serfirazane û serbilindane
*Gofiraz: axaftin û gengeşeyên pîroz û bilind
*Arfiraz: Agirê pîroz û bilind
*Zadfiraz: kesek û nifişekî pîroz, taybet û xwedî keramet
*Bumfiraz: (Bum) di Kurdî (Paleyî) de yanî ax, erd, xak, anku axa pîroz û xwedan keramet û rûmetê
û....
van peyvan hinek bûn ji wan peyvên ku bi wate û ramana peyva Firaz'ê saz bûne, giring e û pêwîst e di dema peyvsaziyê de agahiyên zimannasan li ser her peyv, wate û ramanên her zar (zarave) û her zemenan hebin daku em bikanin asta zimên di astekî bilind de bihêlin û peyvên xwedî wate û ranamên kûr û hûr biafirînin.
zimên bi peyvên watedar û resen zengîn û rengîn dibin.
hêvîdar im zimannasên me van peyvên resen û kevnar feramoş nekin û rola wan peyvên roldar nedîde negirin.