Peyva Şan û kurte zelalkirinek

Peyva Şan û kurte zelalkirinek

Babeta me ya îcar peyva (Şan)e ku di Kurdiya kevn "Paleyî" de (Şam) bûye.
di vir de naxwazim werim ser behsa ku çima 'şam bûye şan' û dengê 'm bûye n' ev bixwe babetekî taybet e, di Înglîzî de jî (Show)e.
peyva Şan niha di Kurdî, Farisî û Belûcî.. de wek peyva (Nîşan) tê gotin û bikar anîn, em kanin bêjin ku peyva Nîşan bi temamî cihê peyva Şan vegirtiye, lê di rastî de peyva Nî+Şan=Nîşan, bixwe jêdera wateyekî ye ne zêddtir, ger em binêrin dibînin ku gelek peyvên din ji peyva Şan jêder bûne, wek:
*Raşan, şandana rasterast
*Rêşan, rê şandan (delîl)
*Pêşan, Pêşan dan
*Nîşan, Nîşan dan
*Berşan, şandana xwariyê tiştekî
*Şanber, şandana li hemberê tiştekî
*Daşan, dest nîşan kirin, bi Arebî (Teşxîs)
*Helşan, derxistin û rû vekirin û şandan
*Aşan, bi Înglîzî (show)
*Newşan, şandana nû
*Serşan, şandana serveyê tiştekî
*Rûşan, şandana rûyê yan pêşberê tiştekî
*Navşan, şandana naveyê tiştekî
*Derşan, şandana derveyê tiştekî
*Veşan, şandana li berçavan û belav kirin
*Hoşan, baş şandan û zelal şandan
*Cêşan, şandana cihekî
*Dûrşan, şandana ji dûr
*Nêzşan, şandana ji nêz
*Dîşan, şandana bi nerînê
*Werşan, şandana bervaj, mîna neynikê
*Şanpat, car din şandan
*Nîgaşan, şandana dîtineka kurt
*Xweşan, şandana xwe
*Peyşan, şandan li pey şandan
*Şanyar, kesê ku karê wî-wê şankirin e
Û...
di vir de hem rol û wateya peyva Şan weke ku heye tê xuyakirin, hem jî dikane sazkarê dehan û sedan peyvên pêwîst û giring û nûjen be, yên li serve çend mînakekin ku gelek wateyan tijî dikin û peyva Şan wê sazkarê sedan peyv û wateyên din jî be, ger em li ser bixebitîn, hêvîdar im zêdetir kar li ser peyva Şan û yên din jî bê kirin daku zimanê Kurdî tijîtir û zengîntir û baştir were gokirin. 
.
Qandîl Şeyxbizînî