• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dîroka Şanoya Kurdî – DERKET

Dîroka Şanoya Kurdî – DERKET


barkirin: Êlûn 28, 2015, 12:57


 

Pirtûkeke zêrîn tevlî wêjeya Kurdî bû. Pirtûka mijara Şanoyê hildigrê dest ji bo dahatiya hunera Şanoyê ya Kurdî wekî pêlekanekê berheveke azmûnên giranbûha di nava xwe de radigre. Berhema ji aliyê Weşanên Peywend ve derketî bo xwendevanên xwe amade ye.
Weşanxaneya Peywend dazanîna berhem weha ragihand;

Dîroka Şanoya Kurdî derket!
Berhema bi navê Dîroka Şanoya Kurdî ji weşanên Peywendê derket. Pirtûka ku ji destpêkê heta salên nodî hemû dîroka şanoya kurdî dihundirîne, ji hêla şanoger/nivîskar Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu ve hatiye amadekirin.
Dîroka Şanoya Kurdî temsîla nasnameya kurdî ya ku di hunera şanoyê de pêk hatiye dişopîne û vê dîroka ku di qonax û kelepora kurdî ya sedsala 20an de dirûv girtiye, weke mijar hildigire. Ev pirtûk ji çavkaniyên şanoya kurdî heta serdemên dîrokî, pêkhatina şanoya kurdî tevî hemû lîteratura wê, ango ji destpêkê heta salên 1990î serboriya şanoya kurdî radixîne ber çavan.
Di vê berhemê de, lêkolînên sereke yên li ser dîroka şanoya kurdî, gelek fotograf û belge cih digirin. Pirtûk ji bo şanoger û xemxurên hunera kurdî, bangî keşifkirina dîroka şanoyê dike û wêneyekî giştî nîşanî xwendevanan dike.

 

Rewanbêj / Weşanên Peywend

dîtin: 324

Pêveker:

dîroka Şanoya kurdî