• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pirtûka Kobanê, şerê paşeroja rojhilata Navîn derket

Pirtûka Kobanê, şerê paşeroja rojhilata Navîn derket


barkirin: Rezber 7, 2015, 10:06


Pirtûka bi navê ”Kampf um Kobane: Kampf um Zukunft des Nahen Ostens – Şerê ji bo Kobanê: Şerê ji bo Siberoja Rojhitana Navîn” destpêka vê mehê ji weşanên ”Edition Assemblage” derçû. Pirtûk bi çend maqaleyên cuda ji aliyê nivîskarên Kurd û biyanî ve behsa şoreşa Rojavayê Kurdistanê, aktorên wê yên sereke û cihê wê di şerê siyasî û eskerî yê li Rojhilata Navîn de minaqeşe dike.

Pirtûk Şerê ji bo Kobanê û Rojava weke xaleke navendî ya minaqeşe û miameleyên bi Rojhilata Navîn re dinirxîne ji ber ku hema hema tevahiya aktorên siyasî yên herêmê bi rengekî di nava vî şerî de cihê xwe girtine.  Pirsa sereke ya Pirtûk dike jî ew e, ka gelo “Şoreşek dikare xwe bi şer biparêze yan jî şer û minasebeteke eskerî ji bo her şêwazê projeyên azadker mirin e?” Û hewl dide bi gotarên cihê bersiva vê pirsê bide.

Kurd, Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinê, Dîroka PKK’ê

– Ismail Kupeli pirtûk amade kiriye û bi nivîseke têr agahî a Sebahattin Topçuoglu li ser Kurd, Kurdistan û rewşa wan a siyasî û têkoşîna wan li Tirkiye, Iraq, Sûriyê bi destpêkeke giştî pêşkêşî xwendevanan dike û “bêdewletbûnê” derdixe pêş.

– Nivîsa li ser Şoreşa Rojava ya “Ulf Petersen” e ku qismî teng maye û dibe sedema vê yekê ji ber negihiştina çavkaniyên bi Erebî be.

– Dilar Dirik, Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê analîz dike û têra xwe ji hevpeyvîn û hevdîtinên xwe yên li Rojava û îdeolojiya azadîxwaz a jinê sûd werdigire.

– Lokman Turgut li ser dîroka PKK´ê û xeta stratejiya şoreşgerî weke xeta şopandina sereke ji bo fêmkirin û analîzkirina stratejî, armanc û siyaseta PKK´ê pêşniyaz dike.

 Qedexeya PKK’ê, AKP, berxwedana derveyî parlemanê

– Christian Jakob jî di çarçoveya hevgirtina navneteweyî li Elmanyayê de radihîje PKK´ê; ji desteka Elmanya Federal a bi Tirkiyê re di salên 1990´ê de heta roja îro, sedemên alîgiriya PKK´ê ya muhtemel di nava derdorên alternatîv, çepgir û înternasyonalîst di nava minaqeşeya Jakob de cihê xwe digirin.

– Gotara kollektif a Alp Kayserlioglu, Guney Işikara û Max Zirngast li AKP´ê dikole, weke hegemoniya nû ya malî û nakokiyên di nava wê de; dema vê dike jî AKP û “pirsa Kurd” jî minaqeşe dike.

– Gotara “Fatma Umul” jî bêhtir li ser berxwedana derveyî parlemanê ya li Tirkiyê ji bo Tirkiyeyeke demokratîk radiweste û weke mînak jî radihîje “Protestoyên Parka Geziyê”.

Aktorên li Sûriyê û nasnameyên dînî

– Hannah Wettig berê xwe dide aktorên li Sûriyê û mixalefeta rejîmê û bi xwendevanan re alîkar dibe da ku karibin vê gijola tevlîhev hinekî ji nav hev derêxin.

– Elke Dangeleit û Hans-Gûnter Kleff, nasnameyên dînî di bin navê “kêmineyên” dînî yên li Kurdistanê de didin nasandin û îşaret bi pirsgirêkên wan yên hebûn û xwebûnê dikin.

DAIŞ Dijberê şoreşê

Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ) mijara du gotarên dawî yên pirtûkê ye.

– Atilla Steinberger li îdeolojiya DAIŞ´ê dikole û îşaret dike ku dîn weke pêkhênera nasnameyê ji nava civatên Îslamî qet kên nebûbû.

– Jean Rokbelle li awayê rêxistinbûyîna wê dinihêre û radihîje mijara pêkanîna desthilatdariyê bi amûrên dewletî di nava DAIŞ´ê de.

 

Çavkanî:Yeni Ozgur Politika

dîtin: 205

Pêveker:

pirtûka kobanê şerê paşeroja rojhilata navîn derket