• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Piştî Cizîrê Dewleta Tirk berê xwe da Amedê

Piştî Cizîrê Dewleta Tirk berê xwe da Amedê


barkirin: Êlûn 14, 2015, 9:18


Piştî Cizîrê ku 20 Kurdên sivîl qetl kir, dewleta Tirk a dagirker li Amedê jî dest bi qetlîamê kir. Îro piştî saet 05.00’an ji aliyê rêvebiriya dagirker ve qedexeya derketina kolanan hate îlan kirin û li navçeya Sûrê dest bi êrîşên mezin kirin. Di van kkêliyan de ji amedê dengê çek û helîkopteran bilind dibe û dewleta Tirk ser Kurdan bombeyan dibarîne.

 
Walîtiya Amedê li navçeya Sûrê rêveberiya awarte îlan kir û derketina kolanan qedexe kir. Bi îlankirina qedexeyê ve polîs û tîmên taybet navçe dorpêç kirin û dest bi êrîşan kirin.

Polîsan êrîşî gelê dixwest ji Ofîsê biçe Sûrê kirin

Polîsên Tirk, cara duyemîn bi fîşekên rastî êrîşî gelê dixwest ji Semta Ofîsê biçe Sûrê kirin.

Polîsên Tirk cara duyemîn êrîşî Kurdistaniyên ji Ofîsê ber bi Sûrê ve dimeşiya, kirin. Polîsan li ser kolana Ekîncîler û li ber avahiya Walîtiyê bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên rastî bi kar anî. Polîsan rêya Ekîncîler jî li çûnû hatinê girt.

Polîs anonsa “xwe li erdê dirêj bikin” li her kesên di rê de derbas dibin dikin û guleyan li derdorê direşînin.

Li Amedê berxwedan berdewam dike

Welatiyên bi armanca qedexekirina kolanan a li Surê û êrîşa polîsan a li Surê şermezar bikin derketin kolanan rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê, ava şid û guleyên rast hat. Di encama êrîşa polîsan de yek jê rojnamegerekî biyanî 3 kes hatin binçavkirin.

Berxwedana gel a li navçeya Surê ya Amedê berdewam dike û li Ofîs û Koşuyolu jî welatî bi armanca piştevaniya berxwedanê derketin kolanan. Welatiyên dixwastin biçin Surê li Semta Ofîsê rastî êrîşa polîsan hatin û li hemberî êrîşê welatiyan dest bi berxwedanê kir. Esnafên Ofîs û Koşuyoluyê dikanên xwe girtin û êrîş şermezar kirin.

Welatiyên li kolanan çalakiya deng derxistinê li dar xistin rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatin. Welatiyan ji bi keviran bersiva polîsan da û li hemberî vê yekê polîsan guleyên rast bikaranîn. Li herêma Ofîsê polîsan gelek bombeyên gazê bikaranîn û ligel vê yekê bombeyên gazê avêtin malan. Ketin û derketina Ofîsê ji aliyê polîsan ve hat qedexekirin.

Polîsa destûrê nade otobusê jî ji vê herêmê re derbas bibin û êrîşên polîsan berdewam dike. Di encama êrîşa polîsan de yêk jê rojnamegerekî biyanî 3 kes hatin binçavkirin. Polîsan çek danîn serê kesên hatin binçavkirin.

Li taxa Fîskaya ya Yenîşehîrê jî polîsan riya tax girt û destûrê nade wesayît derbas bibin.

Dayika 80 salî bû hedefa polîsan

Li navçeya Sûrê piştî qedexeya derketina kolanan polîsan ku dest bi êrîşan kirin dayika 80 salî ya bi navê Makbule Ermîş gulebaran kirin. Ermîş a ku li kurê xwe digeriya ji linê xwe hate birîndarkirin. 

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî ku walîtiyê derketina kolanan qedexa kir polîsan dest bi êrîşan kir, polîs li taxên Hasirli û Fatîhpaşayê êrîşî gel dikin. Serê sibehê li taxa Hasirliyê 2 welatî birîndar bûn û li nêzî mizgefta Kurşunlu ya taxa Fatîhpaşayê dayika bi navê Makbule Ermîş a ji bo li kurê xwe binêre derketibû kolanê bû hedefa polîsan. Ermîş a ji lingê xwe birîndar bû li malê ji aliyê welatiyan ve tê dermankirin.

Li taxê li dijî dorpêça polîsan gel jî tevir û bêran ve barîqatên li taxê bihêztir dikin û li dijî êrîşa polîsan parastina xwe ya cewherî pêk tînin. 

Demîrtaş: Hêza me heye em li dijî AKP’ê li ber xwe bidin; em bêçare nînin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş, li Meydana Deriyê Çiyê ya Sûrê, ku derketina derve hatiye qedexekirin û terora polîsan lê heye, ji gel re axivî.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş, li Meydana Deriyê Çiyê ya Sûrê, ku derketina derve hatiye qedexekirin û terora polîsan lê heye, ji gel re axivî. Demîrtaş banga aştiyê kir û destnîşan kir ku KCK ji bo agirbesta dualî amade ye, lê AKP di şer de israr dike. Demîrtaş xwest destek ji bangên aştiyê re were dayîn û diyar kir ku hêza wan heye li dijî AKP’ê li ber xwe bide.

HDP û DBP’î piştî Walîtiya Amedê li navçeya Sûrê derketina derve qedexe kir, ber bi Meydana Deriyê Çiyê ve herikîn. Polîsan bi bendan ketina Derê Çiyê û Sûrê Kolana Gaziyê girtin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta wekîlên pê re hatin Meydana Derê Çiyê. Demîrtaş li qadê daxuyanî da û bibîr xist ku koma HDP’ê li cihên biryara qedexeyê lê hene û pevçûn lê diqewimin, e. Demîrtaş anî ziman ku ew hewl didin bi diyalog, siyasetê rêya aştiyê vebikin û got: “Dema em li vir daxuyaniyê didin li Sûrê dengê çek û helîkopteran tê me. Li şûna pirsgirêkan bi rêyên diyalogê çareser bike serî li şer dan û ev yek bi kêrî kesî nayê.”

‘ALIYEK ŞER DIXWAZE, ALIYÊ DIN JÎ AGIRBESTÊ DIXWAZE’

Demîrtaş anî ziman ku gel piştgiriyê dide pêvajoya diyalogê û wiha axivî: “Gelê me piştgiriyeke gelek mezin da pêvajoyê. Me daxwaza xwe ya aştiyê û banga xwe yek alî nekir û em nakin jî. Me daxwazên gelên Tirkiyeyê anîn ziman. Banga me ya divê demildest dest ji çekan bê berdan û agirbesta yek alî bê îlankirin bangeke ji rêzê nîn e. Ev bang ji rêz nîn e. Divê hemû bangên me weke nêrîna gel bên nirxandin. Divê Enqere jî û Qendîl jî bersiva projeya hêviya gel bide. Em li benda vê yekê ne. Bersivên ji bangên me re hatin dayîn hene. Dibêjin wê operasyon heta dawiyê bidomin û heta terorîstek hebe wê berdewam bikin. Yek jî dibêjin em ji agirbestê re amade ne. Bi mîlyonan kesên piştgirî dan me hene. Di sala 2015’an de li ser vê erdnîgariyê siyaseta demokratîk gelek bi hêz bû û piştgiriya gelê me ya bi hêz heye. Em xwedî wê hêzê ne ku polîtîkayên AKP’ê bisekinînin û em bêçare nînin. Em şahidiya polîtîkayên AKP’ê yên şaş dikin. Em hemû zextan dibînin û gelê me van zextan dijî.”

‘DESTEKÊ BIDIN BANGÊN ME YÊN JI AŞTIYÊ’

Demîrtaş girtina Hevşaredarên Sûrê bibîr xist û wiha pê de çû: “Ji ber ku daxwazên gel anîn ziman hatin girtin. Em ji çareseriya pirsgirêkan re amade ne. Ji bo li Sûr, Gever, Cizîr, Lice û Farqînê ti kes nemire gelê me deng da me û piştgiriya me kir. Bila hemû kes piştgiriyê bidin bangên me yên aştiyê. Lêgerîna aştiyê peywira me ya yekemîn e. Tevî ku hikûmeta demkî ye jî eger  wêrekiyê nîşan bide wê deriyên muzakere û diyalogê pêş bikevin. Wê hêza HDP’ê ya aştiyê bibînin. Em li vir diaxivin wê li pey me çend mirî rabibin û kî wê kê bide em nizanin. Em naxwazin li wir cenaze derbikevin.”

Demîrtaş bilêv kir ku operasyonên ku di bin navê ewlehiyê de pêk tên çareseriyê nayne û wiha got: “Li Cizîrê bajarekî 120 hezar kesan 10 rojan hate dîlgirtin û wêran kirin. Li Cizîrê ji bo dewletê ji sedî yek bawerî hebe ew jî winda bûye. Pirsgirêka kurd bi dîrok, ziman û baweriya xwe ve jiyîn e. Hûn welat kirina wekî Sûriyeyê bi ser nakevin.”

BERSIVA LI DAVÛTOGLÛ

Demîrtaş têkîldarî gotinên Ahmet Davûtoglû yê “Li Cizîrê gel bi kurdî dikarin bilorînin” û “Di navbera Bergama û Cizîrê de ferq tineye” jî nirxand û wiha axivî: “Em ji dibêjin divê ferq nebe. Lê gelê me yê li Bergamayê dikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Şaredarê Bergamayê dema ku daxwazên gel pêk tîne nayê binçavkirin û ji peywir naê avêtin. Ji ber ku gel dibêje ez têro xwe dikim derketina derve nayê qedexekirin. Lê li Cizîrê şaredara ku daxwaza bikaranîna zimanê dayikê ya gel tîne ziman ji peywir tê girtin. Tîma A ya Davûtoglû jî dizane ku ev polîtîka şaş e. Em hemû jî vê yekê dizanin. Piştî ku hûn dilê 20 milyon kurdan bişikînin, jin û zarokan bikujin, tu bibî îxtidar an jî 400 parlamenteran bigirê çi bibe?” 

Demîrtaş ê nirxandina “dibe ku maseya aştiyê hatibe xirakirin lê sererastkirin di destê me de ye. Her yek ji me dikare ji lingekî bigire û rake. Ek kursiyan bînin cem maseyê divê yên ku biaxivin em rûnên. Ev axaftin salekî jî berdewam bike ji bo ku kes nemire em biaxivin. Di rewşên wisa de yên ku rûnanên tirsonek e” kir wiha berdewam kir: “Ma bi îmha, çewisandin û tunekirinê ve aştî pêk tê. Di dema damezirandina HDP’ê de me li Stenbol, Îzmîr û Edîrneyê çi got, tiştên ku em li Meydana Şêx Seîd jî vê dibêjin. Yên ku ji rojava heta rojhilat deng dane me ji bo welat parçe nebe, em bi biratî bijîn deng dan. AKP dixwaze vê asteng bike.”

Demîrtaş anî ziman ku divê qedexeya li Sûrê bê rakirin. Di dem axaftina Demîrtaş de jinek hate cem Demîrtaş û gotina “Ez ji rojava hatim, min ev hovîtî dît, mirovên vir çi dikişînin min dît dengê min ji we re ye” bi kar anî. 

Kurdistanî bendan radikin û ber bi Sûrê ve dimeşin

Ji bo destekdayîna gelê Sûrê yê li dijî êrîşa polîsên Tirk li ber xwe dide, bi hezaran Kurdistanî weke mertalên zindî berê xwe da taxên lê pevçûn diqewimin. Girseya gel benda polîsan hilweşand û ber bi taxên Hasirli û Fatîh ve dimeşe.

Bi hezaran Kurdistaniyên li ser banga HDP û DBP’ê li Meydana Deriyê Çiyê civiyan, ji bo biçin taxên pevçûn lê diqewimin, li pêşiya Balikçilarbaşi benda polîsan hilweşandin. Polîsên Tirk jî hewl didin pêşî li gel bigirin ku nekevin nava navçeyê. Bi hezaran Kurdistanî bi qîrîna dirûşmeyên “PKK gel e gel li vir e”, “Bijî Berxwedana Sûrê” û “Kujer Erdogan” tevî astengiyên polîsan jî hewl didin derbasî navçeyê bibin.

Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrîşî gel dikin. Bi hezaran Kurdistaniyên benda polîsan rakirin, ber bi taxên Hasirli û Fatîh ve dimeşin.

Li Farqînê êrîşa polîsan û berxwedana gel didome

Li navçeya Farqînê piştî ku li hin taxan derketina kolanan hate qedexekirin polîsan êrîşî gel kirin. Li navçeyê polîs û leşker û li avahiyên bilind jî sekvan hatin bicihkirin.

Li navçeya Farqînê piştî ku li hin taxan derketina kolanan hate qedexekirin polîsan êrîşî gel kirin. Li navçeyê polîs û leşker û li avahiyên bilind jî sekvan hatin bicihkirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan xwestin bi wesayîtên zirxî ve bikevin taxên Mescît, Konak û Tekelê û bombeyên gazê davêjin kolanan. Li asîmanên navçeyê gelek helîkopter difirin û li başûrê navçeyê jî li taxên di bin kontrola gel de ye dengê teqîn û çekan tê.

Li taxên Konak, Mescît û Tekelê qedexekirina derve ku hatibû girtin bi awayeke fîlî li hemû navçeyê pêk tê. Qedexeya derketina derve polîs bi anonsan vedibêjin gel jî bo pêdiviyên xwe bi cih bînin çûn firinan. Li navçeyê li avahiyên bilind sekvan hatin bicihkirin.

Li aliyê din serê sibehê polîsê ku jiyana xwe ji dest da jî bi alîkariya heyeta DBP û HDP’ê ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve ji wesayîta kar hate derxistin. Cenazeyê polîsê jiyana xwe ji dest da rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Li navçeyê piştî qedexeyê înternet hate qutkirin. Serê sibehê gelek leşker û polîs sewqî navçeyê hatin kirin, hatin û çûyînên navçeyê hate dorpêçkirin.

HAWARNET

dîtin: 227

Pêveker:

piştî cizîrê dewleta tirk berê xwe da amedê