Piştî Cizîrê Kobanê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand

Piştî Cizîrê Kobanê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand

Berî demekê Xweseriya Demokratîk ya Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistan hatibû ragihandin, pey wê re dihunê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Kobanê hate ragihandin.
Li gorî nûçeya ANF Di civîna Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê de Serokê Meclîsa Rêveber, du alîkar û 22 wezîran sund xwariya. Dirêjiya nûçeyê bi vî rengî ye.

Civîna Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi beşdariya hemû endamên Meclîsa Qanûnsaziyê saet di 09.00’an de dest pê kir. Di civînê de Serokê Meclîsa Qanûnsaziyê Nîhad Ehmed axaftina vekirinê kir û xêrhatine mêvanan kir. Piştre deqeyek rêz hate girtin Hevserokên Meclîsa Qanûnsaziyê Nihad Ehmed û Fewziye Ehmed axivîn.

Piştre Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim hat ser dikê û navên wezîran xwendin. Wezîrên ku navên wan hatin xwendin jî yek bi yek derketin ser dike û piştre ji aliyê meclîsê ve hatin erêkirin.

Dûre wezîran yek bi yek sond xwar.

Navên Serokê meclîsê, alîkarên wî û 22 wezîran wiha ne:

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê (Serokwezîr) : Enwer Mislim

Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber : Bêrîvan Hesen

Cigîrê Serokê Meclîsa Rêveber: Xalid Birgil Mehemed

Wezîrê Karên Derve: Îbrahîm Kurdo

Wezîrê Parastinê: Îsmet Şêx Hesen

Wezîrê Karên Hundir: Ehmed Osman Dadilî

Wezîrê Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/Komîtiya Plankirin û Jimartinê: Mistefa Ebdî Mehemed

Wezîra Maliyê: Eliya Sîdî

Wezîrê Karûbarên Xebat û Karên Civakî: Mehmud Bişirî Beşar

Wezîrê Perwerdeyê : Hisên Mehemed Elî

Wezîra Çandiniyê: Gulistan Etî Bikî

Wezîrê Tenduristiyê: Dr. Neesan Ehmed

Wezîrê Bazirganî û Aboriyê: Mehmud Bozan Mislim

Wezîrê Malbatên Şehîdan: Mehemed Şeban

Wezîrê Çandê: Ebdilrezaq Elî

Wezîrê Veguhestinê: Riyad Temo Mistefa

Wezîrê Ciwan û Werzîşê: Welat Derwîş Derwîş

Wezîra Turîzm û Şunwariyê: Mîdya Hemo Genco

Wezîrê Karûbarên Olî: Mehemed Zahir Mistefa

Wezîra Karûbarên Jin û Malbatê: Wehîde Umer

Wezîrê Mafên Mirovan: Faruk Şahîn

Wezîrê Çavdêriyê: Ehmed Daban

Wezîrê Enformasyonê: Şevîn Mehmud

Wezîrê Edaletê: Ewas Xelîl Elî

Wezîrê Enerjiyê: Fazil Mistefa Ehmed

Piştî axaftinan wezîr hatin pîroz kirin û civîn bidawî bû. Piştî civînê beşdar wê tevlî şahiya pîrozbahiya îlankirina rêveberiyê ku dê saet di 12.00’an de bê lidarxistin bibin.

Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, di civîna 21’ê Çileyê ya Meclîsa Qanûnsaziyê ya Kantona Cizîrê de hatibû îlankirin.

Di encama civîna duh a Meclîsa Qanûnsaziyê ya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, biryar hat dayîn ku rêveberiya Kantona Efrînê jî di 29’ê Çileyê roja Çarşemê bê îlankirin.

Li her sê kantonan sê di nava çar mehan de hilbijartinên giştî werin kirin û parlamentên kantonan bên nûkirin.