AKP- 13 year- killed Chideren- Rewanbej
Polîsên Tirk di 70 rojan de 19 zarok kuştine

Hat ragehandin hêzên Dewleta Tirk  ku bi fermana Serokkomarê wî welatî, Erdogan û AKP’ê tev digerin, ji 23’ê Tîrmeha 2015’ê heya niha 19 zarok qetil kirine.

Ligor amarên fermî, hêzên dewletê ji sala 1988’ê heya niha 580 zarok û di 13 salên hikûmeta AKP’ê de 88 zarok qetilkirin. Ji wan 88 zarokan,19 kes di 70 rojên dawî de hatin qetilkirin.

Li gorî ajansa Nûçeyan a DÎHA yê, Dewlet u hikûmetên dibin îxtîdar herî zêde zarok û sivîlan qetil dikin. ji sala 1988’an heta niha 580 zarok hatin qetilkirin. Di 13 salên dawî serdema hikûmeta AKP’ê heta niha 88 zarok ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatine qetilkirin.

–  21’ê Mijdara 2004’ê polîsan li Qoserê Ahmet Kaymaz û kurê wî Ugur Kaymaz ê 12 salî qetil kirin.

– 28’ê Adara 2006’ê  li ser fermana Recep Tayyip Erdogan a “Zarok be jî, jin be jî polîs dê tiştê pêwist bike” polîsên dewletê 14 kes qetil kirin. Ji 14 kesan jê 6 zarok hatin qetilkirin.

– 16’ê Sibata 2008’ê panzêra polîsan piştî daxuyaniya Erdogan a “Kesên ku hizûra gelê me xera bikin em nikarin bêjin ser çavan” û li Cizîrê Yahya Meneşke yê 16 salî qetil kir.

– Îlona 2009’ê de Ceylan Onkol.

– Sala 2010’ê de 6 zarok û Mehmet (18 mehî) bi bombeya gazê hat qetilkirin.

– Sala 2011’ê  28 zarok.

– Sala 2012’ê 10 zarok.

– Sala 2013’ê 7 zarok.

– Sala 2014’ê Berkin Elvan qetil kir.

Herî dawî piştî Erdogan “Li gel qedexeyan kesên derkevin kolanan terorîst in”, “Ji ber we li dijî me çalakiyek wisa dest pê kir, hûn dê bedela wê jî bidin.” Polîs, leşker û tîmên taybet di di 2 mehên dawî de li Kurdistanê 19 zarok qetilkirin. Di serdema 13 salên hikûmeta -AKP’ê de 69 û tevî 2 mehên dawî bi giştî 88 zarok hatin qetilkirin.

Zarokên ku di sala 2015’an de ji aliyê polîs, tîmên taybet û leşkeran ve hatin qetilkirin:

– 14’ê Çile – Şirnexê, Nihat Kazanhan (12 salî).

– 10’ê Nîsanê – Gaziosmanpaşaya Stenolê Serhat Savaş (17) ku 186 roj berê li Kobanê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

– 13’ê Hezîranê – Paluya Xerpêtê, Ensar Yildirim (9) û Ecrin Yildirim (3).

– 20’ê Tîrmehê – Pirsûsê 32 ciwanên sosyalist.

– 26’ê Tîrmehê – taxa Rezan a Amedê, Beytullah Aydın (11).

– 29’ê Tîrmehê – navçeya Cizîrê, Hasan Nerse (17).

– 7’ê Tebaxê – navçeya Silopî ya Şirnexê, Mehmet Hidir Tanboga (17).

– 8’ê Tebaxê – taxa Tuna ya Esenlera Stenbolê, Firat Elma (17).

– 12’ê Tebaxê – Giyadîna Agiriyê, Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemir (15).

– 27’ê Tebaxê – taxa Nûrê ya Cizîrê Baran, Çagli (7) û Emin Yanaş (10).

– 29’ê Tabaxê – navçeya Qoserê, Mazlum Turan (16).

– 5’ê Îlonê – taxa Nûrê ya Cizîrê, Muhammed Tahir Yaramış (35 rojî).

– 7’ê Îlonê – Taxa Cûdî ya Cizîrê, Cemile Cagirga (13).

– 7’ê Îlonê – navçeya Şemzînanê, Minlal Kerimi (10).

– 10’ê ÎLonê – navçeya Cizîrê, Sait Nayici (16).

– 11’ê îlonê – navçeya Cizîrê, Selman Agar (10) û Bunyamin Îrcî (14).

– 15’ê Îlonê – Wan, Vedat Balik (18).

– 27’ê Îlonê – taxa Avaşin a Bismilê – êrişa bombeyî – Elif Şimşek a (8). Pelda, Avaşîn, Bedia, Ahmet û Mehmet Şimşek birîndar kirin. Dîsa di heman rojê de Berat Guzel qetil kirin.

– 2’ê Cotmehê – taxa Konak a Farqînê,  Vedat Akcanim (16) û Deniz (17).

Ji sala 1989’an heta niha sal bi sal kuştina zarokan:

– 1989’ê de (2).

– 1990’ê de (21).

– 1991’ê de (12).

– 1992’ê de (115).

– 1993’ê de (66).

– 1994’an de (84).

– 1995’an de (7).

– 1998’ê de (2).

– 1999’ê de (12).

– 2000’ê de (3).

– 2004’ê de (1).

– 2006’ê de (8).

– 2009’ê de (3).

– 2010’ê de (6).

– 2011’ê de (28).

– 2012’ê de (10).

– 2013’ê de (2).

– 2014’ê de (11).

Nûkirina Dawî : 04 Oct 2015 11:13

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 121


Derbarê nivîskarde

Leave a Reply