Kurdish Journalist-Rewanbej
Polîsên Tirk nûçegihanê Orinet Newsê îşkence kirin

Kobanê_ Egîd Çolî Doh (21’ê Mijdarê) dema ku rojnemevanê Kurd, Welat Bekir dixwest ku ji Kobanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê polîsên Tirk ve rastî êrişê hat.

Welat Bekir nûçegihanê beşa Kurdî ya kanala Orinet News e, navbirî doh êvarê dema dixwest ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hate binçav kirin.

Bekir di daxuyaniyekê de ji malpera Orinet Net re gotiye, dema cendirmeyan ez girtim, min ji wan re got ku ez rojnemevanim ji bo ku min serbest berdin, lê wan tu giringî nedan axaftina min û bi lêdanê bersiva gotina min dan.

Piştî ku cendirmeyên Tirk li Welat Bekir dan, navbirî bo gundê Gor Elî hate veguhestin û li wir hate dermankirin.

Bekir nûçegihanê beşa Kurdî ya Orinet Tv li bajarê Kobanê ye.

Nûkirina Dawî : 22 Nov 2015 0:06

Xwendin: 176


Leave a Reply