Alî Gurdilî

Alî Gurdilî

Dawîn hat dîtin 3 sal berî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê deh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Kovara Ajda de hatine çap kirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zaroka ye. Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin... 1- Dengê Felsefeyê- Weşanên Doz- Rêbendan 2006 2- Rewîtiyeke Zanistî- Weşanên Doz- Gulan 2007. Di sala 2014 an de malpera Felefevan.org vekir, di vira de him lêkolîn û wergerên xwe him jî mijarên giring bi nivîsîna nivîskarên kurd weşandin. Sersala 2015 ê jî dest bi weşandina Kovara Felsefevan kir. Kovara Felsefevan bi rengekî bisporî, hejmareka pir ya nivîskaran û mijarên giring ve her sê meha carê daxist ber destê xwendekarên Kurdî.

Endambûn:  Pûş 28, 2020 [email protected]

Wir verwenden Cookies zur anonymisierten Website Analyse. Das hilft uns bei der Verbesserung dieser Seite.