Putin-UN-Rewanbej
Putin: Piştevanî nekirina Esed şaşitiye

Serokkomarê Rûsiyayê, Vladimir Putin got, hevkarî nekirina bi hêzên Artêşa Esed re di şerê li hember çekdarên Dewleta Îslamî(DAÎŞ)’ê li Sûriyê şaşiyeke mezine.

Putin ku roja duşemê (28’ê Îlonê) di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UN)’ê de li New Yorkê diaxivî, Artêşa Sûriyê û Kurd weke take hêz destnîşan kirin ku rû bi rû û bi dilêrî li hember terorîzmê şer dikin.

Vladimir Putin piştî 10 salan di 70. Civîna Lijneya Giştî yê Neteweyên Yekbûyî de diaxivî.

Dema Putin axivî û bang li NY’ê kir, şanda Ukraynê salon terikand.

Serokkomarê Rûsiyê, DAÎŞ şibande Naziyên Almanyayê û ji bo şerê bi vê grûpê re, xwest hevpeymaniyeke berfireh bê ava kirin, weke hevpeymaniya ku di şerê cîhanî yê duyem de li dijî Naziyan hate ava kirin.

Di beşeke axiftina xwe de, Putin diyar kir ku berpirsên kirîza Suriyê, ew kesin ku piştgiriyê didin wan. Derbarê serhildana Grûpa Dewleta îslamî (DAÎŞ)’ê jî Putin got, DAÎŞ hema wisa derneket holê,  hin welatan DAIŞ wek çekekî li hemberî rejimên ku nedixwestin bi kar anîn.

Nûkirina Dawî : 29 Sep 2015 0:00

Xwendin: 115


Leave a Reply