Mesud Barzani-Saleh Muslim- Rewanbej
PYD: Mijara hevdîtina me  şerê li dijî terorê bû

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li Ewrûpa, Ebdulselam Mistafa  ku  tevî Şanda PYD’ê ku ji Hevserokê PYD’ê, Salih Muslim û nûnerê TEV-DEM`ê li Îraqê, Mihemed Reşo pêk dihat bi  Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Mesûd Barzanî û her yek ji D. Fuad Hisên û Mesrûr Barzanî li Herêma Kurdistanê li havîngeha Selahdîn civiyabûn ragihand ku ev civîna wan li ser vexwendina Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê pêkhatibû.

Di daxûyaniya ku (16’ê Îlonê) di malpera fermî ya PYD’ê de hatiye weşandin Mustafa dibêje: ’’piştî ku li Biruksel em bi Amerîkiyan re civiyan, DYE em vexwendin civîna ligel Barzanî, herwiha diyar kir ku her yek ji balyozê Amerîkayê li Îraqê,  Stuart Jones, alîkarê wezîrê karê derve yê Emerîka Brett McGurk, nûnerê serokê Amerîkayê, Barak Obama yê şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ John Allen û hejmarek ji general û efserên Amerîkî di civînê de amadebûne’’.

Navbirî derbarê  navarokê civînê de dibêje: ’’Armanc gotebêjkirina hevkarî û hevrêziya di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ’ê û Eniya El-Nusra û makanîzmayên ku lazime di şer de  bêne birêve birin, herwiha ev rêkeftin dê di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û Hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê de bê lidarxistin’’.

Navbirî di beşeke din ya axiftina xwe de dibêje, mijara civînê bi tu awayî derbarê şandina hêzên pêşmergeyên ku weke Pêşmergeyên Rojava têne binav kirin nebûye.

Nûkirina Dawî : 19 Sep 2015 15:02

Xwendin: 164


Leave a Reply