PYD: Peyama Barzanî bi wateye destwerdan bi Rojava nîne

PYD: Peyama Barzanî bi wateye destwerdan bi Rojava nîne

Hevserokê partîya yekîtîya demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand, ku peyama Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ya bo amadebûna herêma Kurdistanê bo bergirîkirin li Kurdên Rojavayê Kurdistanê, bi wateya destwerdan di rewşa Rojavayê Kurdistanê de nîne, belku bo encamdana lêkolînê derbarê komkujîya Kurdan ji alîyê selefîyan ve ye.

Salih Muslim ji rojnameya El-zeman a çapa Lendenê re ragihandiye, ku peyama serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi wateya destwerdan di rewşa Rojavayê Kurdistanê de nîne, belku ji bo encamdana lêkolînan derbarê ewan komkujîyane ku selefîyan û komên tundrewên îslamî dij bi hevwelatyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê encam dane.

Piştî belavbûna nûçeya destdirêjîyên Cebhet El-Nusre bo ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê û kuştin û birîn û girtin û talankirina wan, serokatîya herêma Kurdistanê di beyannameyekê de tekezî kir, ku ´´ heger ew nûçe rast bin, ewa herêma Kurdistanê dê hemû şîyanên xwe bi kar bihîne bo ewê ku bergirî li jin, zarok û hevwelatîyên bêtawanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike.´´

Ew peyama serokê herêma Kurdistanê rastî rexneya hindek alîyan bû. Hindek ji alîyên Surî li ser ewê nerînê bûn, ku ewe seretayeke bo dabeşkirina Surîyê û dirustkirina herêmeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û hindek din jî li ser ewê bawerîyê bûn ku kême neteweyên Surîyê dixwazin weke başûrê Kurdistanê bikin û bo xwe herêmeke Kurdî li Surîyê damezrînin, weke amajeyekê bo hewlên Kurdên Surîyê.

Hefteya bihorî jî Kurdên Êzidîyên devera Efrînê jî piştî ku gundên wan ji alîyê çekdarên Cebhet El-Nusre ve hatin dorpê´kirin, daxwaz ji Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kirin, ku bi wan ve biçe û wan ji destê Cebhet El-Nusre rizgar bike û wan biparêze.

Serokê herêma Kurdistanê jî li ser evê bineghê daxwaza pêkanîna komîteya lêkolînê ji kongreya neteweyîya Kurd kir û hoşdarî da ku heger ew nûçe rast bin, herêma Kurdistanê dê hemû şîyanên xwe bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi akr bihîne.

PNA