Qatliyama Hesekê û Newroza 2015 an

Newroza 2015 an a derbasbûyî li tevahiya kurdan û gel ê rojhilata navîn pîrozbe, hêvîdarim wê ew roj werê ku gel ê kurd û gel ê rojhilata navîn her sal dinava aşîtî, birati, aramî û bi hemu rengên xwe ve newrozên xwe pîroz bikin. Lê mixabin wekî ku em dizanin bi deh salan despot, dîktetor û dagirke- ran di erdnîgari ya rojhilata navînde rê nedan kurdan û gelêndin da ku her sal newrozên xwe bi şêwa- zên aramî pîroz bikin. Jibonî pîrozbahiyên newrozan gel ê kurd berdêlên herî giran dane û hîna jî van berdêlan didin.Çimku gel ê kurd pîrozbahiyên newrozan guherandin qadên serhildan û berxwedanan, evya jî li hesabê dagirkeran nedihat, jiber van sedeman dagirkeran êrîşî qadên newrozan dikirin.
Disalên notan de jibonî ku dagirker pêşiya pîrozbahiyên newrozan bigrin bi dehan caran serî li qetlîyaman dan, em qetliyamên newrozan yên ku li Nisebîn ê, Cizîr ê, Şirnex ê û Diyarbekir qawimîne fam dikin, lê em qet qetlîyama newroza 2015an a bajarê Hesekê famnakin û nayê qabûlkirin. Em dêhnê xwe didine berpirsiyar û rêvebirên kurdan hamû bi yek dengî tene qetlîyama Hesekê şermezar dikin, tû kes wan rêvebir û berpirsiyarên Hesekê rexne nakê û nabejê cihekî ku qada şer bê, hawîrdorên te dijminbe, ew dijminên ku tû nesîbe xwe ji mirovahiye nestandibe, wekî hovan be û tû rabe gel ê xwe bi jin û zarokan ve li qadan lihevudin bicivîne, newrozê pîroz bike, bibe sebebe kuştina pênceh û dû kesan û bi sedan birîndaran, evya ji xeynî bê berpisiyartiyê pêve ne tiştekîdine, dive yek tû carî dijminê xwe biçûk nebine û hesabê dijminê xwe bike, waxta tû hesabê dijminê xwe nekê, tû yê her car wekî qetlîyama ku li bajarê Hesekê qawumiye re rûbirû bimîne.
Ez dixwazim li vira yên ku dibîranînên min de mane hin gotinên rêberê gel ê kurd birêz APO yên ku ji berpirsiyar û rêvebiran re şandibû bi xwendevanan re parve bikim. Rêberê gel ê kurd wuha gotibû: “Waxta ku tû karibe gavek ê bavêjê, gav û nîve navêje, tû yê bi terpile, waxta mirovên ku karibe bi buhayê weraqe ye kê bi te re alîkariyê bike, daxwaza weraqe û nîve li wan neke, waxta tû bixwazê çalekiyekê bike û tû yê divê çalakiyêde bi sedan mirovî ji dijminên xwe bikujê, lê tû yê mirovekî xwe diwê çalaki yê de hûnda bike wê çalakiye neke, çimku ew mirov ê te ji sed mirovên dijminên te, ji te re çêtire” Ev gotinên Rêberê gel ê kürdin, min li girtîgeha Diyarbekir xwendine, heye ku di pirtûkên birêz Rêberê gel ê kurd de ev gotinan nebin, ev gotinan wekî nîşe (not) e kê bi tîpên hûrik nivîsîbû û şandibû girtîgehê. Dive ku berpirsiyar û rêvebirê kurdan ev gotinên Rêberê gel ê kurd nebihîstibin, jibonî ku qatliyamên wekî bajarê Hesekê dubara nebin min xwest wan gotinên bi rêz Rêber APO benim ziman.
Gel ê kurd dipêvajoyeke talûke û pirr hesas re derbas dibe, waxta ku Serok, Rêber û siyasetvanên kurdan vê pêvajoya ku li rojhilata navîn diqewimin baş hûrnêrîn (analiz) nekin û siyaseteke bi hevkêşe (denge) de nemeşînin he ye ku qatlîyamên ji şengalê mestir û rewşeyeke ji ya Kobanê xerabtir bi ser ê kurdan de werê! Dive kurd veya baş bizanibin dagirker û dijminên kurdan ne razayine, ketina bajarê Îdlîb ê bi çi şêwazan ji deste Baas ê hate standin? Çima hêzên İraq ê şer ê bajarê Tikrît ê rewestandin, Şer ê Yemen ê, yekbûna Erebên sinî, pişgiriya wan ya bi DAÎŞ ê re û rewşa îran ê baş bêne lêkolînkirin, hûrnêrînkirin û li gorî wêya Serok û Rêberên kurdan siyaseteke bidin meşandin. Dermanê wan nakokî û arîşeyên li pêşiya kurdan jî yekbûna kurd a ye, dive kurd roj berya rojekê qonferansa xwe yî netevî li darbixin û yekbûna xwe ava bikin, waxta Rêber û berpirsiyarên kurdan veya pêk neyênin wê bi şunde pirr poşman bibin û wekî ku em dizanin poşmaniya dawî jî tû sud a wêya tüneye.