Qeyrana aborî ya Ewropa di nêrîna Belcîkiyan de. (Beşa 2)

Qeyrana aborî ya Ewropa di nêrîna Belcîkiyan de. (Beşa 2)

Qeyrana aborî ya Ewropa di nêrîna Belcîkiyan de. (Beşa 2)
Pakt Sosyal

Naveroka Pakt Sosyalê ew bû ku sinduqekê amadebikin, daku beşeka muçeyê karkeran bikene nav de û ji bo demên bê karî û nexweşî û pîriyê, harîkariya wan biket. Belçîkîya Bi Firansi digotine wê sinduqê ’şumaş’ û Filemanî (holendî) zimana jî jê re digotin ’dop’. Ji bo diyarîkirina wî beşe muçeyê jî saziyeka hevbeş hate avakirin û ji nûnerên sendîka û xudan kara pêkhatibû û navê wê jî kirine ’nêgasiyasiyon kolektîf’. Wê saziyê jî navê muçeyê pêwîstê karkeran kire ’net’ û yê ji bo paşerojê jî kirine ’brut’. Di rastiyê de jî ev sîsteme bibû modêlek bo tevahiya welatên Ewropî. Di wê demê de hemû welatên Ewropî navê wê sîstemê kirine sîstema Belçîkî û, wana jî pesend kirin, lê wan navên sazî û herdu muçe û hemû navên din jî li gorî zimanê xwe danan. Êdî rabûna pîşesazî û karî li Ewropa gehişte astekî ku di salên 60 de wana bi hezaran karker li welat û deverên cûr bi cûr daxwazî nava xwe kirin bo karî. Di wê demê de her kesekî bi her hokarekî karê xwe hêştiba yan ji kar derêxistibana, dikariya piştî çend rojek din karekê din peyda bike. Lê îro wesa lê hatiye ku wek me hemiyan jî bîhistî, gencekî Holendî bi hokara derêxistina li ser karî, êrşî ser şahê Holenda kir û di encam de canê xwe jî li ber wê yekê, da.

Ji bo nasîna asta pîşesaziya Ewropayê ezê rûdanekê ji bo we vegêrim; Li sala1958 ê de li Bruksela paytexta Belçîka pêşengeheka navdewletî hate sazdan. Pêşange li nêzîkî etumiyuma sembola hesinî, birêve çû û nunerên piraniya pîşe kar û bazirganên Ewropî û cîhanî tê de amadebûn û ew li hemberî asta pêşkeftinên pêşesazî û aboriya Ewropa matmayî bûn. Lê mixabin niha tenê yadîgariyeke.

Belçîkî dibêjn: ”Em vê gavê pêşangehên astê wê demê li çi dewletên Ewropî nabînîn û tenê li Şanghaya Çînê û li Emerîka nebe”. Bi giştî ji wê qonaxê re, ku ji bo Ewropiya çirîskdar bû, tê gotin; ’Qonaxa 30 salên bexteweryê’ ku heta salên1974 berdewam kir. Piştî sala 1974 jî ew qonaxa çirîskdar bi hokara qeyrana petrolê lawaz bû û heta niha jî ne çareserî jê re hatiye dîtin û ne cê vegrek jê re hatiye dîtin. Eve emê hemû roja li vê derê û wê derê îflasa filan karge û guherîna filan kargeyî ji filan karî bo filan karî û biçûk kirina filan kargeyî û firuhtina hinde pişkên filan kargeyî dibîhîsîn û dibînîn. Di vî warî de sendîkayên Belcîkî li dijî du tiştane: Ya yekê bahuza cîhangîrêye û ya duwê jî, guherîna kargehên rejî û asin û çinîne bo berhemên din.
Xaleka dike ya bilindkirina asta aboriya Belçîkaya heye ku em neşên çavên xwe jê bigrin, ew jî plana Marşal e. Proje plana pêşniyara Marşalê Emerîkî ku proje jî her bi navê wî ve ma. Li hember vê yekê Belçîkî dabeşî ser du bera bûn. Berê yekê dibêjn: ’Emerîkiya harîkariyeka gelek mezin bo me kirin bo bilind kirina asta abûriya me’. Berê duwê jî dibêje: ’Ew harîkariya Emerîkiya, ne ji bo çavên reş ên me Belçîkiya bû, belku bo berjewendiyên wan bû’. Gruba yekê her wesa dibêjn: ’Ji ber ku Belçîka ji şer de derketibû û ji nû ve tev avakirin, ji ber wê jî pêdivî bi hemû kelûpelên jiyana rojê hebûn û lewma bibû bajêrekê germ bo Emerîkiya daku kelûpelên xwe yên ser yek kom bûne tê de bifiroşin’. Her wesa dibêjin: ’Ji ber ku serbazên Emerîkî di şerê duwem yê li dijî faşîzmê de rolekê mezin hebûn di rizgarkirina Ewropa ji wê şêrpenceyê, lewma serbazên Emerîkî û kelûpelên Emerîkî jî ji aliyê xelkê Ewropî ve gelek ezîz bibûn’. Bi wateyeka din kirîna kelûpelên Emerîkî bibû hêviyeka piraniya takên Belçîkî û Ewropiyan.

Pirsa navbirî gehişte astekî ku Emerîkiya çend kargehên xwe jî anîne ser xaka Belçîka û Ewropa bigiştî. We diyare du hokarên vê yekê hene. Ya yekem ji bo vedîtina destê karkerê erzan. Ya duwê jî bo kêmkirina têçûna kirêya veguhestinê.

Wek di serijida me got, Bo cara yekê û di sala1958 de saziya bajêrê hevbeş ê Ewropa hate sazkirin û piraniya Ewropiya jî bi vê yekê keyf xweş bûn. Bêguman rêkxirawa nevbirî bû tovê sazdana yekîtiya îro jî. Lê mixabin Emerîka bi sazdana vê yeketiyê keyfxweş nebû. Bi taybet ku hest kir ew yekîtî hewl dide xwe bigehîne asta wîlayetên yekgirtî yê Emerîka û yekîtiya Soviyetê. Bi watiyek din xwe bike navendeka karîger ya biryardanê di asta nêvdewletî de. Lê mixabin ji ber çend hokareka, xewna navbirî bi cîh nehat. Bi wateyeka din yekîtî negehişite wê astê ku milmilanêya herdu cemserên din bike. Me çend hokarek zelal kirin, ka da hokareka din jî ji we re zelal bikin.
\"10174295_10203782744073764_221075102_o\"
Weke em hemû dizanîn li tevahiya wîlayetên yekgirtî yên Emerîka xelkê xudan her hizreka siyasî, bawermendekê her olekî, axêverê her ziman û zaraveyekî bin, tenê û bi tenê xwe bi Emerîkî dizanin û bi wê nasnameya xwe jî keyfweşin û întîmaya wana jî ya wesa ye. Her wesa Rus jî bi piştgrêdayî ji îdeolojia komînîzmê xwe bi Soviyetî û heta cîhanî jî didîtin û di bin bandora gotara karkerên cîhanê hev bigirin, wana xwe bi xudanê hemû parzemîn û welatên din jî didîtin. Lê mixabin Ewropî di wê ezmunê de sernekeftin û întîmaya wana ya neteweyî û nîşitîmanî berdewam li ser ya wan ya parzemînî ve ma û nebune Ewropî. Ji ber vê yekê ew her Frensî, Elmanî, Îtalî, Îspanî û yên din maneve.

Bêguman vê pirsê jî karîgeryeka zelal li ser tak û civaka Ewropî kir û ew ji piştevaniya hukumetên wana, ji yêketiyê bê par kirin.
Guman tê de nîne ku ev hokare hemû pêk ve dê bibine egerên karîger bo yekîtiyê û sistkirina wê. Ew lawazî û sistî jî dê bibe hokarek bo ji hev belavbûna yekîtiyê û keftina asta aboriya wê.

Xaleka din ya giring ku karîgeryeka rastewxu dixe ser kar, karker û pakt sosyal, pêşkeftinên tekinolojî ne. Bi wateyek din afirandina van hemû amêr û teknîkane ku her yekî cihê dehan û bi sedan karkera tejî dike, eve li aliyekî û xudanê karî jî li birut û net û heqdestê karkera û parê heyiveke kar nekirinê bo geşta salê û tenahiya jiyan û tendurustiya karker û hevjîn û zarokên karkerî jî rizgar dike. Bi wateyek din piraniya kargehan xwe ji arîşên karkeran dûr dixin û piranya karên xwe bi amêrên mezin birêve dibin.

Xaleka din ya giring heye ku heger em bi hûrî hizirê lê bikin dê bibînîn ku têkeliyên civakî yên Ewropiya gelek sistin û zarok bûn li ba wan arîşeye û xwe jê dûr dixin, lewma Ewropî niha ji xwe re dibêjn: ’em parizemîna pîr in’. Bi taybet ji berku destê karê derve jî di asta pîşeyî de arîşeya navbirî çareser nake. Mişextiyên Tirk û Ereb û Efrîqî nikarin li gor bajêrvaniya wan beşdariya afirandina bikin, meger hejmareka kêm bo karê destî û giştî valatiyekê tejî bikşn. Yên din dê li gorî nêrîneke aborî bibin mişexur, ew mişe jî dê ji aliyê alîkariya civakî ve bête dabînkirin û bêguman ew jî dê ji aliyê budceya dewletê ve bidest bixin.

Bi wateyeka din ya hêsan nîne ku xelkekê ne Ewropî û şanaziyê jî bi ne Ewropî bûna xwe bike û bikaribe li gor bajêrvaniya Ewropî jî afrandinê bike. Mil bi milê van xalên nêgetîv ên navbirî fêrxaz û xwendevanên ast berz ên Ewropî jî ji bo xwendina bilind berê xwe didin wîlayetên hevgirtî yên Emerîka. Bi li ber çavgirtina van rastiyên ku me li jor rêz kirine, me zêde gavî nekiriye heger bêjîn Ewropaya ji parzemîneka berhemhênve ber bi parzemîneka berhemkir ve di çe.

Bi giştî Pakt Sosyala di metirsiyê daye û heger kar jî wesa berdewam bike, tê pêşbînî kirin ku temenê wê jî herî zêde dê 15 salên din berdewam biket. Her wesa diyaloga sosyal jî hera bi qire qirê ve û ya tîje xalên hestiyar bûye. Wek diyare vê gavê hukumetên Ewropî jî yê bi rastewxû deskariya navbera aliya dikin û yê gelek biryaran jî wek ferman bi ser aliyan de bisepînin. Bi van hokarave ye ku Belçîkiyan 30 salên piştî 1974 ê jî, weke ’30 salên li hevkevtinê’ bi nav kirin.

Xaleka din ya giring ku karîgeryeka rastewxu ya xerakirina aboriya Ewropa de heye, cenga wanaye ya li gor hawkêşên serdema cenga sar. Bi wateyeka din bi hokara dûrxistina li Rusiya, anîna hindek welatên hejar ên Belkan bo nava Yêketiya Ewropa û vê yekê jî barê yekîtiyê girantir kir.